Diyarname
Li paytexta Almanya Berlînê TIR'ek ket nav qelebalixa Noelê û gelek kes di bin de eciqîn. Tê gotin ku ajokar reviyaye.
Li Kolana Kurfurstendamm a Berlînê bazara Noelê hebû. Îşev TIR'ek bi lez ketiye nav gel. Tê gotin ku herî hindik 9 kes mirine û nêzî 50 kesî birîndar bûne.
Polîsên alman ragihandin ku bûyer bûyereke terorê ye û niha li ajokarê reviyaye digerin.
Polîsan ji gel xwest ji mal dernekevin û agahiyên nehatine rastkirin belav nekin.
Di tîrmeha îsal de li bajarê Nice a Fransayê jî bûyerek bi vî rengî çêbûbû û 86 kes miribûn.


