Diyarname
Par lîstika "Bêrû" ya Teatra Jiyana Nû (TJN) di çarçoveya bernameya Şanoya Bajêr a Stenbolê de li Salona Şanoya Bajêr a li Gazîosmanpaşaya Stenbolê dê bihata lîstin lê Walîtiya Gaziosmanpaşayê lîstik qedexe kir. Îtîraza vê qedexeyê kirin lê 10'emîn Dadgeha Îdarî ya Stenbolê ev îtîraz red kir.
Li ser navê TJN'yê MLSA'yê (Komeleya Xebatên Hiqûq û Çapemeniyê) serî li 10'emîn Dadgeha Îdarî ya Stenbolê da û xwest qedexeya li ser lîstikê bê rakirin. Dadgehê got ku TJN komeke NÇM'ê (Navenda Çanda Mezopotamyayê) ye û îdîa kir ku NÇM jî "Têkilî ligel rêxistina terorê PKK'ê heye."
Di biryarê de tiştên ku endamên emniyetê nivîsandine hatine dubarekirin.
Parêzerên MLSA'yê dê biryarê bibin ber destê Dadgeha Îstînafê.
Ligel Stenbolê, li Riha jî Bêrû hatibû qedexekirin.
**
Nûçeyên eleqedar:
- Baroya Rihayê: Ji bo 'Bêrû'yê emê dozê vekin
- Lîstika bi kurdî 'Bêrû' li Rihayê jî hat qedexe kirin
- Îmamoglu û şanoger dijî qedexeyê derketin
- Bertekên ji bo qedexeya li ser şanoya kurdî
- Lîstika bi kurdî 'Bêrû' hate qedexe kirin
- Şanoyên Bajêr ên Stenbolê yekem car cih da şanoyeke bi kurdî
- 'Bêrû' li Moskovayê bi Xelata Mezin hat xelatkirin