Cemil OGUZ
Heskîfa 12 hezar salî noqav bû. Dîrokek mezin ji dîroka me noqav bû. Li ser vê pêvajoyê heta niha gelek belgefîlm hatin kişand. Herî dawî derhêner Elif Yigît yek kişand û ew di çarçoveya 40'emîn Festîvala Fîlman a Stenbolê de roja 24-26'ê gulana 2021'ê de hat nîşandayîn. Bi saya vê em vî belgefîlmî û 3 belgefîlmên din ku heta niha hatine kişandin û derketine pêş carek bibîr bînin.
"Heskîf", Derhêner Elif Yîgît
Belgefîlmê derhêner Elîf Yîgî ji 52 deqîqeyan pêk tê. Belgefîlm bi ser bîranîna kesên ji Heskîfê re meseleyê tîne ziman. Yê qala bavê xwe dike, "Bavê min 74 salî ye, ji 10 saliya xwe ve li vir dijî. Niha her tiştê bavê min Çû. Bavê min ji cih û warê xwe kirin", yê qala şikeftan dike, " Heskifkuştin û wisa berdan. 5 hezar heb şikeft hebûn, hemû bin avê de hiştin", yê qala mala we dike, ya ku qala goristanan dike, "Mezelê me rakirin birin cihek din. Dema rakirinê em çûn ser, wekî ku miriyê me nû miribe em giriyan", yê ku qala mirinê dike, "Paşeroja min, zarokatiya min di nav avê de noqav bûye, çawa mirovek mirov dimire yenî wisa ez êşiyam" û gotina dawî, "Kalên me bi hezan sal berê ji bo avê hatin vê derê, ev der Çemê Dîcle bû û lê em ji ber avê mecbûr man koç bikin."
"Sîya Avê", derhêner Metin Yoksu
"Siya Avê" belgefîmê derhêner Metîn Yoksu ye. Yoksu bi ser gundê Ewtê û gundiyên Ewtê ya Misirca Sêrtê re meseleya noqavkirina Heskîfê aniye ziman. Di salên 1990'î de du jinên ku ji gund hatine koçkirin, lê paşê vedigerin gund, vê carê bendav dibe sedem ku ew koç bikin. "Sîya Avê" bi ser çîroka her du jinan re meseleya bendavê, Heskîfê, Newala Dîcle û Newala Botanê dike. Belgefîlmê 25 deqîqeyî di sala 2020'an de hatiye kişandin.
"Aether", derhêner Rûken Tekeş
Belgefîlmê me yê din ê derhêner Rûken Tekeş e ku bi navê "Aether" hat belavkirin. Belgefîlm bê diyalog e. Bi dîmenan rewşa guherîna Heskîfê, av, hewa, bajar, sewal û hwd tîne ziman. Derhêner kamera daniye, demek dirêj cihek dikişîne û guherîna wê derê nîşan dide. Belgefîlmê ku 38'emîn Festîvala Fîlman ê Stenbolê (2019) de jî hatibû nîşandayîn, heman salê li Festîvala Fîlman a Antalyayê Porteqala Zêrîn de Xelata Belgefîlmê Herî Serketî girtibû. "Dîroka Mirina Avê", Derhêner Alî Ergul Belgefîlmê Alî Ergul ji 22 deqeyan pêk tê. Belgefîlma 'Dîroka Mirina Avê', Heskîf û çemê Dîcleyê wekî jîndarek pênase dike û dixwaze yên li ber windabûnê nîşan bide. Belgefîlm ligel têkbirina dîroka wir, rewşa guherîna kişwera herêmî jî tîne ziman. Belgefîlm li gelek festîvalan hat nîşandayîn.
cemilo@diyarname.com
***
Ji bo kanala Youtubê ya Diyarnameyê: