Diyarname
Sê roj berê li Silêmanî, duh li Hewlêrê û îro jî li Duhokê cebilxaneya çekan teqiya. Îdîa ew e ji ber pîleya germê cebilxane teqiya ye lê salên birî jî pîleya germê bilind dibû û tiştên wisa nediqewimî.
Fermandarê Hêza Pêşmergeyên Zêrevanî Lîwa Behcet li ser teqîna teqemeniyên li baregeha "Leşkerê Roj" daxuyanî da çapemeniyê û got: "Li nêzî Mefreqa Aloka agir bi kantîneke çek û teqemeniyê ketiye û ew di encama bilindbûna pîleya germê de çêbûye. Lîwa Behcet got ku lêkolîna komîteyê didome.
Di teqînê de kesî zirar nedîtiye. Îdîa ew e ji ber pîleya germê cebilxane teqiya ye lê salên borî jî pîleya germê bilind dibû û tiştên wisa nediqewimî.
(Foto: arşîv)