Diyarname
Kêm qunciknivîskarên malperan hene ku di her roja xwe de nivîsan dinivîsin. Yek ji wan kesan ku rêkûpêkiyek balkêş û girîng saz kiriye jî nivîskarê malpera me Welat Dilken e. Bi nivîsa "Ol Artêş Pîrozî" re tam bû 52 nivîs û her hefte bi vê bi rêk û pêkiyê...
Qunciknivîskarî ne karek hêsan e. Hema her tişt jî helbet nayê nivîsîn, lê yên dinivîsin jî hene. Li dinyayê qunciknivîskarên warên taybet hene. Yên tenê li ser siyasetê dinivîsin, li ser muzîkê, li ser şanoyê, sînemayê hene. Li nav kurdan ev yek hê tam rûneniştiye.
Li dinyayê qunviknivîskarên di wexta xwe de dinivîsin, roj/hefte derbas nakin gelek in, lê li nav kurdan ev rêkûpêkî bi dilê xwe rûneniştiye. Li rojnameyan yekî/ê tiştek nivîsiye paşê piştî mekehê dîsa nivîsiye, lê pergal nîn e. Di nav malperan de ev yek zêdetir bela wela ye. Lê di nav qunciknivîskarên kurdî de yên ku vê rêkûpêkî pêk tînin jî hene ku yek ji wan jî nivîskarê Diyarnameyê Welat Dilken e.
Welat Dilken par vê çaxê biryar da ku dê her hefte nivîsek binîse û 2 salan bi vî awayî bidomîne. Me bi hev re biryar da ku her roja yekşemê nivîsa wî ya nû bê weşandin. Bi nivîsa wî ya "Ol Artêş Pîrozî" re tam salek temam kir. Di vê salek de tam 52 nivîsên wî bê navber di roja xwe de hatin weşandin. Vê yekê mînakeke serketî nîşanî qada kurdî de.
Di vê salek de gelek nivîsên wî yên quncik di qada kurdî de hatin nîqaşkirin û carinan li ser û dij nivîsên wî nivîs jî hatin nivîsandin. Di nav van nivîsên wî de hin jê gelek hatin nîqaşkirin ku hin jê ev in, "Fetîşîzma medreseyan û ferhenga wêjeya klasîk", " Pêşniyazek bo yek(ne)bûnê", "Helbestên îlîzyonîk", "Femînîzm an fên’îzm?", "Cubelî Ehmedên li taxa sosyal medyayê"...
Her wiha di nav nivîsên herî zêde hatine xwendin jî van nivîsa serî girtiye: "Populerîtiya kurdî a sanal!", "Ji berê ve ez ne zerdeştî me!"
Welat Dilken ji niha û pêde jî her roja yekşemê nivîsa xwe ya nû pêşkêş dike. 
WELAT DILKEN KÎ YE?
Nivîskar Welat Dilken di bihara 1975'an de li gundê Dolê ya Semsûrê hatiye dinê. Nivîs û helbestên wî di kovarên wekî Tîroj, Çirûsk, W û di malperan de hatine weşandin. Wî demek di rojnameya Ewropres nivîsî. Demek dirêj e di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike. Di pêşbaziyên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyîn Sagniç de helbestên wî xelat girtine.
Pirtûkên wî ev in:
- Ken deyndarê giriyê ne, Helbest, Weşanên Belkî, 2006
- Sî bi rojê xweşik e, Helbest, Weşanên Lîs, 2009
- Şeva dawî, Roman, Weşanên Lîs, 2012
- 29 kul, 29 gul, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Siya derizî, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Neynik û hinek, Helbest, Weşanên Ronahî, 2013
- Stêrka xuricî Ferat, Roman, Weşanên Peywend, 2016
- Me Herî pir ji helbestkaran bawer kir, Ozgur Doga (wergera ji tirkî Welat Dilken), Weşanên Lîs, 2016
- Kevir û tiştên din, Helbest, Weşanên J&J, 2017
- Orîjîn, Çîrokên Mînînal, Weşanên Avesta, 2019
Ji bo yên bixwazin li hemû nivîsên wî binêrin:
Ji bo nivîsa wî ya dawî:


