logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Welat Dilken

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Welat Dilken

Welat Dilken

Populerîtiya kurdî a sanal!

  • Dîrok: 06/09/2020
Popîlerîte di rastiya xwe de hewleke xwe heyîkirinê ye. Ew ajoyek e di her mirovî/ê de pir hendik heye; û mafê her kesî ye bixwaze navê xwe were bihîstin, an karê kirî were dîtin û helbet, jê re şabaş were gotin.
Hin bi kirin û berhemên xwe pir bi derengî wê popîlerîteyê bi dest dixin ên nikarin bi karekî yan bi berhemekê wê bi dest ve bînin jî, xwe zeft nakin diçin çaviya kaniyê de dirîn…
Ya rastî ew qayîşkêşana mirov bi mirov re ye; şivanek jî dixwaze bibe başê hemû şivanan, hosteyekî dîwaran jî dixwaze baş û xweş bi lêkirina dîwaran nav bide, çayfiroşek jî her wisa, aşpêjek jî her wisa…
Çi ku giş ji wê navdariyê ango ji wê popîlerîteyê du tiştan bi dest dixin, yek pere ango nan a duyem jî mistana ajoya xwe.
Yanê asayî ye, ew hewl û daxwaz bi her kesî re pir hendik heye; nemaze divê ji mirovê/a hunermend-nivîskar re hebe, çi ku kêm be jî ew hêrs dibe sedema afirandina berhemeke sertaç jî… 
Bo wê, ya girîng ev e, gelo hostetiyek yan berhemeke ew popîlerîte pê bi dest xistî li holê heye yan ew popîlertî popîlerîteyeke balonî, nepixandî, yanê sanal û derew e!...

Ez bêjim li cîhana îroyîn hûn bêjin a modern, di rastiyê de ew popîlerîte çawa tê bi dest xistin, nemaze li welat û civakên ‘pêşketî’!
Em bala xwe bidin sînemaya Hollywoodê, yan muzîka rojava, yan cîhana wêjeyî ya wan deran; fîlmên wê bazarê ji aliyê mîlyon kesan ve tên temaşekirin (bûtçeya hin fîlman qasî ya hin welatan e!) konsertên muzîkjenên wan ji aliyê sed hezaran ve tên şopandin û sînglên wan ji aliyê mîlyon kesan ve tên kirîn-guhdarîkirin û heçî pirtûkên nivîskarên wêjeya wan in, bo dehan zimanan wergerên wan tên kirin, di heman demê de li dehan welatan bi hev re tên çapkirin û belavkirin.
Li ser başî û nebaşiya fîlm, muzîk û yan pirtûkên wan tiştekî nabêjim, dikarin pir baş bin jî wasat bin jî, lê dibêm sedema ew qas belavkirin, temaşekirin, an guhdarîkirina wan bes ne ku pir baş in popîler in, xêr! dibêm di vir de faktorek din heye, tiştekî din heye!
Tiştê wan bi me popîler dike ne hunera wan e, hunera wan a bi hinan pere dide bidest xistin e! 
Yanê erê, nivîskar telîfeke baş distîne, muzîkjen dîsa wisa û lîstîkvanê fîlmekî Hollywoodê ew jî her wisa, lê belê di navberê de kesek din an kesên din jî pir pere kar dikin; ew jî yan xwediyê şîrketekê ye, yan organîzatorek e, yan şîrketa belavkirinê ye; a ew in ên wan hunermendan an berhemên wan bi me populer dikin, bi me didin kirîn.
Bo em berhemên wan bikirin û ew pere kar bikin, li seranserî cîhanê reklaman dikin, propagandayê dikin, organîzasyonan bi rê ve dibin, li bîlboardan afîşan li ber çavên me radixin, bo wan pirtûk, fîlm û muzîkan bi kesan nivîsên danasînê û pesn dayînê didin nivîsîn û hwd.
Yanê çi dema ew pere qezenc bikin ew kesên malê xwe-berhema xwe bidin wan bo bifroşin jî navdar dibin, popîler dibin.
Yanê bi kurt û kurmancî bo ez populer bibim divê yek ji min pere qezenc bike, heke ji kitêb û berhema min kes pere kar neke çima min populer bike.
Ango ji vê roja îroyîn hûn dîsa bêjin vê dema modern de tişta meriv populer dike ne asta berhemê ye, ne xwende, temaşevan û guhdar in, berovajî, kesê ji wî malî pere qezenc dike yê ya meriv an hunermedn populer dike. 
Ev e hemû mesele.

Bêm ser populerîteya kurd, (bi kurdî navdar tê gotin) lê bo peyva populerîte hê populer e ew tê tercîkirin) Ez ê jî di vê nivîsê de wê bikar bînim ne navdariyê   
Yanê di nav kurdan de di rastiyê de populerîte heye yan na? Ger hebe ew bi çi şertan çê bûye!?
Fermo! Em dîsa gor krîtera cîhana modern yan jî kapîtalîst li ya xwe binêrin;
Gelo pirtûkfiroşên me yên bes bi firotina pirtûkên kurdî debara xwe dikin û qet têkîlî bi tiştên kirtasiyê nabin hene? Na!
Gelo produksiyona me ya sînemayê ku salê bi dehan fîlman dixe bazarê heye? Na! 
Gelo organîzator yan dezgehekî wekî wê yê profosyonel ê organîzasyonên konser û muzîk û festîvalan dike heye? Na!
(Ji bo nivîskarên kurdî yên li Ewropayê di jînegeriya hinan de dibêje pirtûkên wî bo dehan zimanan hatine wergerandin; ta vê rojê hê min nediye ji xwendevanên wan zimanan ên pirtûka nivîskarê me xwendî bi nivîskarê me re çalakiyeke wêjeyî bi rê ve birine û hwd.) 
Heçî ya wêjekarî-nivîskariya me ya li bakurê welêt e;
Gelo weşanxaneyeke me ya ku ji nivîskarekî xwe pere ‘kar’ dike heye? Na! 
Jixwe derdê hemû weşangerên me ev e, “heke pirtûka me çap kirî heqê xwe yê çapxaneyê amortî bike-kiribe, bereket versîn e”! Bi min camêr mafdarin jî…
Baş e, yanê di karê me yê wêjeyî de kesî di navberê de yanê ticar-bazirgan ê pere qezenc dike tune ye!..
Ger kes ji malê me pere qezenc nake, bo me afîş nayên daliqandin, reklama me nayê kirin, derbarê kitêb, fîlm, muzîka me de gotarek, an nivîseke danesînê û pesndayînê, rexneyeke têr û tije ya qerase nayê nivsandin gelo em çawa populer dibin? 
Nexwe populerîtiya tê gotin ji ku tê; kî dike, çawa dike, bi destê kê dibe???
Çi ku ji ber şertên bazara kesad aktorê ji malê me, ango ji berhema me pere qezenc bike û pê me populer bike li holê tune ye, ê çawa dibe ew populerîte?
Çi ku populerkirin hem ne karê çend sed xwendevan e hem ne karê nivîskar-hunermend bixwe ye; (ya hinan bi salan e pişta çend xortan di bin de pişt çikest! çi dikin jî şêx nafire…)
Bo wê, ger em bêjin filan tê zanîn tê nasîn dibe, li gor rewşa bazara me ya heyî ye, lê bo em bêjin populer e??? 
Ka pirtûka kîjanê me yê populer çend car û bi deh hezaran çap bûye, bo çend zimanan hatiye wergerandin? Ka ji me kê ji telîfa pirtûka xwe çayek vexwariye yan pê yek îkramî dostekî xwe kiriye!? 
Nexwe çawa dibe ew populerîte?!
Yanê bo ez populer bibim, bo mal-berhema min bifroşe bazirganek-ticarek divê û ji berhema min pere qezenckirin divê, ango pir firotin pir dan firotin; pir kar kirin divê, pir kar kirin jî, jixwe pir populerbûn e…
Ê ew jî tune ye. Çi ku bazar biçûk e; qasî dezgehê îşportacî ya heye ya tune ye! Ê ew jî têra bazirgan pere qezenc bike nîn e; yanê bazara em lê ne ya kapîtalîzmê ye, hê wan em kifş nekirine, bazara em lê ne hê ya kesad e!..
(Tew aliyê magazînî hîç behs nakim, çi ku populertiyeke bêmagazînî wekî sawarê bê xwê ye..:) 
Helbet ew dem jî wê were, em ê hêngê nebêjin filan tê zanîn-nasîn, bi serbilindî em ê bêjin filanê me pir populer e…
Vega li gorî bazara ku kapîtalê yezdan diyar dike, gelo populerîtiya hunermend û nivîskariya kurd, ango hunermend û nivîskarê kurd ê popîler heye yan tune ye?? 
Lê ne ku berhem tune ne! Hene, têra xwe yên qirase jî hene lê bazar, mixabin... 
Hê kes, yanê kapîtalîst ji me pere qezenc nake, loma jî em ne populer in. Me hê sînorê kurdî derbas nekiriye û em neketine bazara zimanên din; (berde ketina bazara zimanên din me hê nava sînorên kurdî-kurmancî tije nekiriye)!!! 
Ji loma, yên me yê ku di nav civateke kêm; yek-du hezarî de tên zanîn tên nasîn hene; helbet şanazî ye, yên têne ecibandin û hezkirin jî hene; lê hinên din ên baş jî hene; çimaya ew nayên nasîn û zanîn, helbet ew jî meseleyeke din e!?
Bo wê, dibêm populerîtiya behs tê kirin, gelo nebe nebe populerîtiyeke sanal be!?
Hin Nivîsen Nivîskar

Sindoqa destxetan

  • 07 Sermawez 2021

Beriya zemanan beriya nivîsê peyv hebû; peyvên di bîra mirov de diman nediçûn jibîr, bo goşeyên dîwarê civakan qehîm bibe dihatin...

Mirina reseniyê

  • 01 Rêbendan 2022

Ev serdemeke wisa ye, tu tişt û tu kes ne wekî xuya dibe kes û tişt e! Qest ne guherîn e, çiku guherîn carinan tiştekî baş e. Ew guherîn ne tiştekî wisa ye; dest dana...

Hezevîn

  • 27 Rêbendan 2015

Ku mirovekî/ê bidî ser destên xwe, bi cama mîkroskopê ku li reşikê çavan binêrî, eger lê geriyabe, jê geriyabe merivê bibîne ku tekane...

Hemû Nivîsen Welat Dilken

Welat Dilken kî ye?

Welat Dilken di bihara 1975'an de li gundê Dolê ya Semsûrê hatiye dinê. Nivîs û helbestên wî di kovarên wekî Tîroj, Çirûsk, W û di malperan de hatine weşandin. Wî demek di rojnameya Ewropres nivîsî. Demek dirêj e di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike. Di pêşbaziyên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyîn Sagniç de helbestên wî xelat girtine.
Pirtûkên wî ev in:
- Ken deyndarê giriyê ne, Helbest, Weşanên Belkî, 2006
- Sî bi rojê xweşik e, Helbest, Weşanên Lîs, 2009
- Şeva dawî, Roman, Weşanên Lîs, 2012
- 29 kul, 29 gul, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Siya derizî, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Neynik û hinek, Helbest, Weşanên Ronahî, 2013
- Stêrka xuricî Ferat, Roman, Weşanên Peywend, 2016
- Me Herî pir ji helbestkaran bawer kir, Ozgur Doga (wergera ji tirkî Welat Dilken), Weşanên Lîs, 2016
- Kevir û tiştên din, Helbest, Weşanên J&J, 2017
- Orîjîn, Çîrokên Mînînal, Weşanên Avesta, 2019

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Rocê Kongrey Amed Sporî eşkera bî

ad

Li Sûriyê Esad biryara hilbijartinê da

ad

Newrozê di W'yê de bixwînin

ad

5 Pirtûkên ku Bill Gatesî ji bo xwendinê pêşniyar kirine

ad

Ji ber pirtûkê ceza li Mahmut Alinak birîn

ad

Piştî Barça, Real jî çû!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

  • 27 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname