Diyarname
Maçên hevtêkbirinê yên ji bo Kûpaya Cîhanê ya 2022'yan bi lez dest pê dikin û maçên 3 hefteyan di hefteyek de têne lîstin.
MAÇ DEST PÊ DIKIN
Kûpaya Cîhanê ya 2022'yan de li Qatarê li dar bikeve. Ji ber rewşa pandemiyê maç hatin taloqkirin û ji bo tûrnûvaya sala bê demek kurt ma. Loma jî leza wan heye. Di beşa maçên tevtêkbirinaê yên beşa Ewropayê de vê hefteyê maç dest pê dikin. Di hefteyek de sê maç dê bêne lîstin.
Roja 24-25'ê adarê maçên yekemîn, 27-28'ê adarê maçên duyemîn û 30-31'ê adarê jî maçên sêyemîn dê bêne lîstin.
KOMÊN EWROPAYÊ
Koma A: Portekîz, Sırbistan, Îrlanda, Luksemburg, Azerbaycan
Koma B: Spanya, Swêd, Yewnanistan, Gurcistan, Kosova
Koma C: Îtalya, Swîsre, Îrlandaya Bakur, Bulgaristan, Lîtvanya
Koma D: Fransa, Ûkrayna, Fînlandiya, Bosna-Hersek, Kazakistan
Koma E: Belçîka, Galler, Komara Çek, Belarus, Estonya
Koma F: Danîmarka, Avusturya, Skoçya, Îsrail, Gravên Faroe, Moldova
Koma G: Tirkiye, Hollanda, Norwec, Montenegro, Letonya, Cebelitarik
Koma H: Hirvatistan, Slovakya, Rusya, Slovenya, Qibri, Malta
Koma I: Îngilistan, Polonya, Macaristan, Albenia, Andorra, San Marino
Koma J: Almanya, Romanya, Îzlanda, Makedonyaya Bakur, Errmenistan, Lihtenştayn
Ji 55 tîmên di maçên hevtêkbirina Ewropayê de 13 tîm dê raste ras herin Tûrnûvaya Kûpaya Cîhanê.
Li gor rêgezê 10 tîmên di rêza yekemîn de cih bigirin dê bilêtan çûna tûrnûvayê bi dest bixin. 10 tîmên duyemîn ligel du tîmên di Lîga Neteweyan a UEFA'yê de pûanên herî baş girtine dê maçên play-offê bilîzin. Bi vî awayî ji nav van jî 3 tîmên bi ser bikevin dê tûrnûvayê.
TIRKIYE LIGEL HOLLANDA DILÎZE
Di maçên yekemîn de Tirkiye dê ligel Hollandayê bilîze. Maça wan 24'ê mehê saet 20'an de li Tirkiyeyê tê lîstin. Heman rojê Fransa Ukraynayê, Cebelitarik Norwecê, Fînlandiya Bosna Hersekê, Letonya Montenegroyê, Slovenya Hirvatistanê, Belçika Gallerê, Sirbistan Îrlandayê, Portekîz Azerbaycanê, Malta Rusyayê, Estonya Komara Çekî, Qibris Slovakyayê dike mêvan.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Qeybî Kûpaya Dinya ay 2022'yinan pişke hamî antişî


