Diyarname
Rêxistina Parastina Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku di encama bomeberdûmana balafirên dewleta Tirkiyeyê yên bi ser Efrînê de herî hindik 11 zarok hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.
Artêşa Tirkiyeyê ligel OSO'yê roja 20'ê mehê li hemberî herêma Efrînê êrîş da dest pê kirin. Ji wê rojê de pevçûn didome. Li ser vê yekê UNICEF'ê jî raporek amade kir û qala hejmara zarokên hatine kuştin kir. UNICEF'ê di raporê de diyar kir ku herî hindik 11 zarok hatin kuştin. UNICEF'ê ev wekî belge qeyd kir.
Çavdêrxaniya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ku navneda wê li Londonê ye jî diyar kiriye ku heta niha 38 sivîl di encama şer de mirine.