logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'
  2. 4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn
  3. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  4. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  5. 260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan
news-details

KCD: Bila herêmên xweser ji aliyê meclisên xweser ve bên rêvebirin

  • Dîrok: 27/12/2015
  • Beş: Nûçe

AMED (DÎHA) - Civata Giştî ya KCD'ê ku li Amedê bi beşdariya hezar delegeyan ve du rojan dom kir û bi eşkerekirina encamnameyê bi dawî bû. Di encamnameya bi ser navê "Deklerasyona di derbarê çareseriya siyasî ya rêveberiyên xwecihî de" ya ji aliyê Hevserokên KCD'ê Selma Irmak û Hatîp Dîcle ve bi kurdî û tirkî hate xwendin de ji bo çareseriya pirsgirêkan avakirina "herêmên xweser ên demokratîk" hate pêşniyar kirin. Di encamnameya ku tespîta "Çareseriya xweser a demokartîk a pirsgirêka kurd ji demokratîkbûna Tirkiyeyê cuda nikare bê girtin" hate kirin de, hate gotin ku ji bo vê yekê jî çêkirina Zagona Bingehîn a demokratîk pêwîst e. 

Metna encamnameya civîna KCD'ê wiha ye:

"Rojhilata Navîn a ku Tirkiye û Kurdistan jî di nav de ne di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe. Di roja me de kapîtalîzma kurewî kaoseke kûr dijî. Ev kaos herî zêde li heremên wekî Rojhilata Navîn, Mezopotamya û Anatolyayê bandor dike. Bi vê ve girêdayî hemû hêzên cîhanê li ser heremê hesaban dikin.

Di demên kaosê de ji ber pirsgirêkên aborî, civakî, siyasî, çandî û leşkerî, pirsgirêkên nasnameya neteweyî, azadî û demokrasiyê jî, di vê sedsala me de nehatine çareserkirin. Ji ber vê jî sazûmaniyên ku pergala kevin pênase dikirin yek bi yek ji holê rabûne û alternatîfên nû yên demokratîk derketine holê.

Di demeke wisa dîrokî de, ji aliyê Serokê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ve di Newroza 2013'yan de ji bo hemû civakên Tirkiye û dinyayê, bang hate kirin. Bêguman divê çareseriya pirsgirêkên welatê me di çarçoveya muzakereyên kûr û pêbawer de, bi erêkirina Meclisa Mezin a Tirkiyeyê pêk were. Jixwe piştî deklerasyona ku di Newroza 2013'yan de ji aliyê Birêz Ocalan ve hatibû eşkerekirin de jî, ev hatibû hedefgirtin. Êdî dê çek bihatana rawestandin û diyalog bi pêş biketa.

Terza têkoşîna nû dê fikir û siyaseta demokratîk bûya, lê mixabin ev riya rasteqîn a çareseriyê ji aliyê hikumeta AKP'ê ve wekî polîtîkaya ewiqandin û tasfiyeyê hat berevajîkirin. Belgeya mutabakatê ku di 28'ê reşemiyê de li Qesra Dolmabahçeyê hat eşkerekirin û peywirdarên hikumetê jî amade bûn, ji aliyê serokomar ve hate redkirin. Piştî vê, ligel nêzîkbûyîna maqûl û çareserker a ku ji aliyê hemû derdorên pêwendîdar ve hatibû erêkirin jî, li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan girankirina pêvajoya tecrîdê û ji holêrakirina belgeyê da xuyakirin ku, di derbarê pirsgirêka kurd de polîtikayeke bi rêk û pêk a AKP'ê tune ye. Dîsa bi awayekî eşkera derket holê ku, armanc bi pêkutî û şer ji holê rakirina Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd e.

Îradeya gel a ku piştî hilbijartinên 7'ê pûşpera 2015'an derket holê, bersivdayîneke gelan a xurt a ji bo pirsgirêka gelê kurd, û pêvajoya aştî û demokratîkbûyînê bû. Dîsa ev helwesta gelan ku ji sindoqan derket di heman demê de ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û bi riya aştiyane çareserkirina pirsgirêka kurd bû. Lê mixabin nenaskirin û nepejirandina vê encama ku ji aliyê gel ve hatibû danîn û dê Tirkiye ji pirsgirêkên xwe rizgar bikirana, fersendeke dîrokî ji dest hat filitandin. Bêerkhiştina parlementoyê û desteserkirana burokrasiyê ya ji aliyê Tayip Erdogan, derdora wî û rêvebiriya AKP'ê ve, bi derbeyeke siyasî encamên 7'ê pûşperê ji holê hatin rakirin û ev pêvajo ji xwe re kirin sergirtina polîtikaya şer.

Piştî bidawîkirina hevdîtinên Îmraliyê û tunehesibandina mûtabakatê, girtina biryara şer û êrîşên hewayî û bejahî yên qadên gerîla û feraseta çewisandina daxwazên rewa û demokratîk ên gelê kurd, li hin bajar û bajarokan bi însîyatîfa meclisên gel rêveberiyên xweser hatin îlankirin. Di van cihên ku rêveberiyên xweser hatine îlankirin de, ev saleke ku di bin navê "ewlehiya civakî" de, li hemberî siyasetmedar, hilbijartî û ciwanên gelê kurd, êrîşên tund hatine destpêkirin. Ev jî bû sedem ku, li hemberî vê êrîşê, gel bi kolandina xendek û barîkatan xweparastina cewherî bide destpêkirin. Ev tiştê ku îro di bin navê xendekan de tê nîqaşkirin û bûye sedema bingehîn a meşrûkirina êrîşên terorwarî yên dewletê, di rastiyê de têkoşîna gel a li hemberî van êrîşan xweparastin, xwerêvebirin û înşakirina demokrasiya heremî ye. Ji ber ku tu mafekî gelê kurd ê hiqûqî, siyasî û civakî nayê pejirandin, gelê kurd jî bi berxwedana xwe ya cewherî ketiye nav pêvajoya têkoşînê.

Ev têkoşîna civakî li hemberî helwesta desthilatparêz, navendî û feraseta desthilatdariya mêrane, alternatîfa bi feraseta siyaseteke demokratîk rêvebirin, bi hev re jiyankirin û di çarçoveya statuyeke siyasî de çareserkirina pirsgirêka kurd esas digire. Ev jî tê wê wateyê ku, di bingeha xwe de pirsgirêk, pirsgirêka azadî û demokrasiyê ye. Daxwaza demokrasî û azadiyê di bingeha xwe de daxwaza statuya siyasî ye. Ji bo wê, divê çareserî jî bi rêbazên muzakereyên siyasî be. Bi vê mebestê ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên ku tên jiyîn, divê riyên diyalog û muzakereyan ji nû ve bikevin meriyetê. Ji bo ku ev pêvajo bi awayekî bi rêk û pêk bimeşe û çareseriyeke mayinde derbikeve holê, em azadiya Birêz Ocalan wekî şertekî jêneger dibînin.

Di vê çarçoveyê de wekî ku di serî de ji aliyê KCD'ê ve ji raya giştî re hatibû eşkerekirin û di bernameyên HDK, DBP û HDP'ê de jî cih girtibû, em naveroka xweseriya demokratîk careke din ji raya giştî re deklere dikin. Bi vî awayî armanca xwebirêvebirina cewherî ya gelê me çi ye û gelê me çi dixwaze, dê baştir were fêmkirin.

Îro li hemû cîhanê feraseta birêvebirinê ya ku tê pejirandin, bênîqaş demokrasî ye. Demokrasiya heremî û naskirina azadiya cihêrengiyan, hêmanên bingehîn ên demokrasiya îroyîn in. Rewabûna rêvebiriyên demokratîk ne ji navendê birêvebirina her kolan, tax, navçe û bajarî ye. Rêvebirina demokratîk a rasteqîn, demokrasiya heremî ya xwecihî û cewherî ye. Êdî di cîhanê de demokrasiya ku xweseriya civakan nepejirîne nemaye. Êdî tê zanîn demokrasiya ku wan mafan nepejirîne, nikare bibe demokrasiyeke pêşketî.

Her kesê ku li rabûrdûya dîrokî ya Tirkiyeyê binihêre û bi awayekî rasyonel bifikire dê bibîne ku li gorî pirrengî, pirdengî, pircivakî gel heya serjimêrê û rastiya berfirehiya erdnîgariya Tirkiyeyê, rêveberiya herî derbasdar xweseriya demokratîk e. Ev rêbaz dê di heman demê de, bi wayekî adilane çareserkirina pirsgirêka kurd jî bi xwe re bîne.

Bi mehan e li cihê ku xweseriya demokratîk hatiye îlankirin, êrîşên leşkerî yên bi tank û top û her cure çekên giran tên bikaranîn. Ev êrîşên ku bi armanca çewsandin û qetlîamên li ser gel tên birêvebirin, dibin sedemên birîndarbûn, mirin û di heman demê de wêrankirina berhemên dîrokî. Li bajaran mîrateyên me yên çandî, dîrokî û şûnwarên olî tên şewitandin. Gelê kurd jî hem ji cihên ku xweseriya demokratîk îlan kirine û hem jî li hemû cihên ku dijîn, têkoşîna xwe bilind dike. Ev têkoşîna gelê kurd a demokratîk û rewa dê teqez bi ser bikeve. Ev kesên ku êrîşî van daxwazên rewa dikin dê hem li Tirkiyeya demokratîk û hem jî li hemberî dîrok û mirovahiyê werin darizandin.

Em wekî KCD, bi her awayî xwedî li van xweseriyên demokratîk derdikevin û piştgiriyê didin têkoşîna gelê xwe ya mafdar û rewa. Em tevlîbûn û piştgirîdayîna hemû gelê kurd û gelên Tirkiyeyê, xwedîderketina li vê têkoşînê, wekî têkoşîna demokrasî û azadiyê dibînin. Tiştên ku niha tên jiyîn ne ew tiştên ku AKP wekî pirsgirêka xendek û barîkatan dibîne ne. Ev pirsgirêk pirsgirêka demokrasiyê ye. Polîtîkaya AKP'ê ya êrîşkar di esasê xwe de nepejirandina îradeya gel, demokrasiya xwecihî û di heman demê de daxwaza têkbirina vê îradeyê ye. Pirsgirikên ku tên jiyîn, ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd a bi riyên siyasî û demokratîk in. Çaresekirina pirsgirêk û bidawikirina pevçûnan, tenê bi nêzîkatiya feraseteke demokratîk pêkan e. Diyar e ku pirsgirêkeke bingehîn a wekî pirsgirêka kurd dê teqez rê li pêşiya kûrbûn û xurtbûna têkoşînê veke.

KCD di lijneya giştî ya berfirehkirî ya awarte de bi nîqaşên du rojan ên hûr û kûr gihîştiye vê encamê ku, divê naveroka xwerêvebirina cewherî were tijekirin û lê were xwedîderketin. Dîsa gihîştiye vê biryarê ku dê li hemberî polîtîkayên şer û çewisandinê piştgiriyê bide têkoşîna xweparastina cewherî, ku mafê hemû takekes û civakê ya herî rewa ye. Bi vê ve girêdayî biryara destpêkirin û pêkanîna înşaya civakî ya nû jî, hatiye dayin.

Di çarçoveya xweseriya demokratîk de çareserkirina pirsgirêka kurd, ji demokratîkbûyîna Tirkiyeyê cihê nayê destgirtin. Di rasteqîniya Tirkiyeyê de li derveyî xweseriya demokratîk riyeke din a demokratîkbûyîna Tirkiyeyê nepêkan e. Li gorî vê xweseriya demokratîk bi her awayî gavên demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ne. Em wekî delegasyonên KCD'ê gavavêtinên di warê rêvebiriyên demokratîk de ji bo hemû gelên Tirkiyeyê pêwîst û gavên rasteqîn dibînin. Bêguman demokrasiya heremî dê ji bo hemû qad, herem û pêdiviyên civakê li gorî hereman teşeyên cihê bigire. Demokratîkbûyîn ji ber ku dê li gorî pirengî û pirdengiyê bi pêş bikeve û ji bo hemûyan derfetên zagonî biafirîne, dîzaynkirina li gorî hereman a demokrasiyê dê zehmet nebe.

Ji bo dawîanîna nîqaşên di derbarê xweseriya demokratîk de, divê dûreparêziyên li hemberî şertê rêvebiriyên xweser ên heremî yên Konseya Ewropayê bên rakirin, li gel vê xalên ku di derbarê tespîtkirina qadên berpirsiyarî yên xweseriya demokratîk de hatine rêzkirin dê tenê ne ji bo pirsgirêka kurd, ji bo hemû pirsgirêkên siyasî, civakî û rêvebirî deriyeke çareseriyê veke.

Di vê çarçoveyê de;

1- Di seranserê welat de li gorî nêzîkbûn û têkiliyên çandî, aborî û erdnîgarî, bi tevlîbûna yek an jî çend bajarên cîran, heremên xweser ên demokratîk bên tespîtkirin.

2- Ev hemû heremên xweser an jî bajar divê li gorî bingeheke demokratîk ji aliyê meclisan û rêvebiriyên ku ji meclisan hatine hilbijartin ve li gorî makezagona nû ya demokratîk a Tirkiyeyê bên birêvebirin. Ligel vê divê temsîlkarên herêmên xweser bi awayekî temsîlî xwe tevlî rêvebiriya meclisa navendî,TBMM'ê bikin.

3-Hemû wesayeta navendî ya li ser meclisên heremî were bidawîkirin, erka jikargirtina hilbijartiyan were rakirin. Derveyî çavdêriyên ku li gorî pîvanên makezagona nû ya bingehîn hatine destnîşankirin, hemû wesayetên lijneyên navendî yên li ser rêveberî û demokrasiya heremî bên hilanîn.

4- Divê, li bajar û heremên xweser rasterast tevlîbûna meclisên tax, gund, navçe û bajaran, ên jin û ciwanan, komên ol û baweriyan cuda û rêxistinên civakî û sivîl, di pêvajoya biryar û çavderiyê de bê pêkanîn.

5- Ji bo kûrbûn û berfirehbûna demokrasiyê, ji bo pêkanîna jiyaneke azad û demokratîk divê di hemû mekanîzmayên biryargirtin û xwerêvebirinê de temsîliyeta jinan bi awayakî wekhev bê parastin û pêkanîn. Li gorî pêdiviyên jinan meclis, komun û saziyên civakî bên avakirin. Di sazîbûn û biryardayînên têkildarê jinan de, meclisên jinan xwedî biryar bin. Di hemû qadan de rêxistinbûyîna jinan a azad û xweser bê naskirin.

6- Divê ciwan di mekanîzmayên biryar û organên rêvebiriyên xweser de cih bigirin. Ji bo vê jî tevlîbûn û rêxistinbûneke xweser a ciwanan pêk bê.

7- Di hemû astan de kar û barên perwerdehiya bi zimanê dayikê, ji rêvebiriyên heremî re were hiştin. Ligel tirkî hemû zimanên zikmakî jî, bibin zimanê perwerdehiyê. Di mufredata perwerdehiyê de, li derveyî mufredata giştî, di makezagona bingehîn a demokratîk de, çarçoveya nirxên gerdûnî esas bên girtin, çand,dîrok û taybetiyên heremî bi gorî pêdivî û taybetiyên heremî li mufredatê bên zêdekirin.Ligel tirkî zimanên heremî jî wekî zimanên fermî bên qebûlkirin.

8- Di qadên çand, ziman û dîrokê de bi her awayî xebat bên kirin. Di heman demê de saziyên ku di derbarê ol û baweriyê de xizmetê didin wekî saziyên serbixwe bên rêxistinkirin.

9- Di hemû astan de xizmetên tenduristî û tedawiyê ji aliyê rêveberiyên xweser ve bên dayîn.

10- Divê xizmetên dadê û darazê li gorî modela rêvebiriyên heremên xweser ji nû ve bên sazkirin.

11- Çavkaniyên enerjî yên wekî av û axê di çarçoveya feraseta ekolojîk de, li gorî sûdwergirtina civakê bê xebitandin û kontrolkirin û erka pargirtina ji hilberînê ji rêveberiya heremên xweser re bê hiştin. Divê erka rêveberiyên xweser a ku hemû qadên çandinî, sewalkarî, pîşesazî û bazirganiyê jî têde, di hemû qadan de, bêyî ku li dijî esesên makezagona demokratik a nû bin, sazkirina hemû yekîneyên hilberînê, piştgirîdayîna sazkaran, dayîna hîbeyê û alîkariya aborî di dest rêvebiriyên heremî yên xweser de bin.

12. Di çarçoveya xizmetên veguhaztinê de erk û kontrola hemû rêyên veguhaztinê (hewayî,bejayî û deryayî) yên nava bajar, bi destê rêvebiriyên xweser be. Xizmetên trafîkê, bi xizmetên saziyên giştî yên navendî ve girêdayî, divê ji aliyê rêvebiriyên xweser ve bên birêvebirin.

13- Ji bo pêkanîna xizmetên ku li jor hatine diyarkirin, plansaziya butçeya heremî, dewrî rêveberiyên heremî yên xweser bê kirin û di plansazya butçeyê de feraseta ramana jinane esas bê girtin. Di peymanên ku dê bi navend û heremên din re werin çêkirin de, li gorî rêgeza heqaniyetê hinek bac ji aliyê yekîneyên rêvebiriyên xweser ve bên komkirin. Ji hemû hatinên bacên ku navend ji herêman kom dike, para rêveberiyên heremî bê veqetandin. Divê navend li gorî cudahiyên pêşketinî yên navbera herêman, ji aliyê butçeyê ve tedbîran bigire.

14- Di bin venêrîna revebiriyên herêmên xweser de hemû yekîneyên ewlehiyê yên fermî bên sazkirin. Ev yekîne, di çarçoveya Makezagona Bingehîn de bi hêzên navendî yên parastinê re, di nav koordîneyekê de xebatê bikin.

Wekî encam;

Ji bo yekîtiya Tirkiyeya demokratik û dahatuya gelan a hevpar, ji bo pêkhatina xerêvebiriyên cewherî yên demokratik û çêkirina makezagoneke demokratîk, ku van azadî û mafan biparêze, jêneger e. Makezagoneke li gorî van esasan ji bo azadî û jiyaneke demokratîk a hemû beşên civakê, etnîsîteyên cuda û komên baweriyan, pêwîst e. Pergaleke siyasî, civakî û makezagona ku tenê ji bo neteweyekê, komekê û civakekê jiyaneke azad û demokratîk ji xwe re bike armanc û mafên yên din nas neke,divê neye fikirîn. Têkoşîna me ya xweseriyê bi qasî ku ji bo kurdan e, ew qas jî ji bo tirkan û hemû etnîsîteyên din, komên baweriyan, yên nedîtî, bindest û belengazan jî têkoşîna azadî û demokrasiyê ye. Em bawerin ku, ev modela me ya xweseriya demokratîk ji bo kaos û tevliheviya ku Rojhilata Navîn têde ye, jî dê bibe mînaka berbiçav a xelasî û jêderketina ji kaosê. Ev model dê ji bo bi awayekî demokratîk çareserkirina pirsgirêkên welat û heremî yên gelên me ku, ev hezar sal in bi hev re dijîn, pêşevaniyê bike.
Ev deklerasyon bi lêgerîna nîqaşên çalak û lihevkirinê ye. Ji pêşniyar û rexneyan re jî vekiriye.
Di vê çarçoveyê de, divê pevçûn werin bidawîkirin. Ji bo Tirkiyeyeke demokratîk, ji bo çareseriyeke siyasî, em bang li hemû hêzên demokratik û azadîxwaz, partiyên siyasî,şexsiyet, rûsipî û kom û saziyên olî dikin ku, piştgiriyê bidin têkoşîna mafdar û rewa ya gelê kurd.

Em bang li hemû beşên civakî yên kurd û partiyên siyasî dikin ku, bi rihê yekîtiya neteweyî li têkoşîna gele kurd xwedî derkevin.
Em bang li hemû gel û saziyên cîhanî dikin ku di daxwazên rewa û azadixwaz ên gelê kurd de alîkar bin."

Nûçeyên eleqedar:

- Demîrtaş: Sedsala li pêş me dê sedsala statuya Kurdistanê be 

- Hevseroka KCD'ê Irmak: Em cara dawî destê xwe dirêj dikin 

- Hatîp Dîcle: Tu hêz nikare xwerêveberiyê asteng bike  

Parve Bike

Youtube Me

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 16 04 2026

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

news
  • 14 04 2026

Koma sêyemîn a koçberan gihîşt Efrînê

news
  • 12 04 2026

Berendamê YNK'ê Nîzar Amêdî bû Serokomarê Iraqê

news
  • 03 04 2026

Rêveberiya Kobanî: Em vê tayînkirinê qebûl nakin

news
  • 02 04 2026

UNICEF'ê li ser dibistanên Rojava daxuyanî belav kir

news
  • 02 04 2026

Hikumeta Sûrî kayûm şand ser Çelebiyê, gel daket kolanan

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Li Hewlêrê leşkerî fransiz hat kuştin

ad

Beşek ji romanên kurdî

ad

Şivan ne tenê ye

ad

Ji Ertugrul Ozkok nameyek eşkere ji bo Ocalan

ad

Gultekîn: Fîdanî soza daxistina bendavê da lê Erdoganî nexwest!

ad

Jinenîgeriya Mihemed Şêxo

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

  • 16 04 2026
news

4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn

  • 16 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname