QAMIŞLO
Şevbuhêrk li Gold Gaffe ya li naverasta sûka Dêrikê bi beşdariya hejmarek rewşenbîr, helbestvan, wêjevan û mêvanan hat lidarxistin.
Berpirsê komîteya çalakiyan a Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) Ehmed Huseyînî axivî û bixêrhatina mêvanan kir. Huseynî şevbuhêrka helbestê ya ku HRRK’ê cara yekê li Dêrikê li dar xist li mêvanan pîroz kir.
Dûre helbestvan Idrîs Gorî, Ciwan Ferso, Salha Qasim, Fayiq Mihemed Sidîq, Melevan Resûl, Ehmed Hisênî, Kemal Necim, Mihmûd Ebdo û Lorî Til Darî helbestên xwe xwendin.
Şevbuhêrk bi pêşkêşkirina hunermend Şadî Til Darî ya stranê di ber bilûra Muaz Ehmed re bi dawî bû.
ANHA


