Edîb Polat
Wekî tê zanîn Komeleya Nivîskarên Kurd di adara sala 2004’an de piştî gelek zor û astengiyan hat damezrandin. Damezrînerên wê ji bilî min Serkeft Botan, Arjen Arî, Sûzan Samancî, Yildiz Çakar, Samî Tan û Sedat Yurttaş in. Ewil navê komeleyê ji ber têkiliya wê ya bi PEN’a Kurd re “Kürt-Pen Yazarlar Derneği” bû û piştre ji bo pêdiviya vî navî me serî li PEN’a Navneteweyî da. Lê ji ber kêmasiyên me û hin sebebên navnetewî û rewşa kurdan ya heyî, navendek din a PEN’ê bo kurdan nehat qebûlkirin. Rêveberiya komeleyê ya wê demê jî lewma di sala 2007’an de navê komeleyê wekî Komeleya Nivîskarên Kurd guhert. Heta niha komele şeş sal in ku vekiriye û dixebite. Di nava şeş salên derbasbûyî de sê kongre pêk aniye, çalakî, daxuyanî, belavok, tevlîbûna xwepêşandanan û darizandin jî di nav de ev komele di ber xwe daye. Hêzên dewletê li komeleyê lêgerîn pêk anîne, damezrîner derketine pêşberî dadgehê, werhasil dîrokek vê komeleyê heta niha çêbûye. Di serî de têkoşîna vî gelî, keda nivîskarên ku ji bo azadiya ramanê ketine zindanan û ya her kesên têkildar di vê dîrokê de heye. Zimanê komeleyê zimanê kurdî bûye, cara ewil saziyek bi nav kurd û bi zimanê kurdî li nav sînorê Tirkiyeyê xebat nîşan daye.
Roja 23. 12. 2010’an de Komeleya Nivîskarên Kurd a li Amedê resepsiyonek pêk anî û pilaket da şaredarên li nav bajarê Amedê. Armanc xelatkirina şaredarên ku piştgirî dabûn pêşveçûna zimanê kurdî bû. Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş, Şaredarê Kayapinarê Mahmut Dag, Şaredara Baxlerê Yuksel Baran, Şaredarê Yenîşehirê Selîm Kurbanoglu û cihgira Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Hafîze Îpek tevlî civînê bûn û plaket girtin. Ev karekî pîroz bû, xebatek baş bû û divê ne tenê Komeleya Nivîskaran saziyên din jî bo pêşvebirina xebatên li ser ziman karên bi vî rengî bikin.
Şaredariya Sûrê heta niha hem gelek kovar û hem jî pirtûkên kurdî çapkirine, nîqaşa ku niha li hemî Tirkiyeyê didome ya “Duzimanî” cara yekem ev şaredarî û serokê wê anî rojevê. Şaredariya Baxler, Kayapinar, Yenîşehîr û Bajarê Mezin jî pirtûk çapkirine, an jî di bultenên xwe de cih dane kurdî. Divê ev keda wan were dîtin û li dijî zahmetiyan û bertekên dewletê ew werin destekkirin.
Lê mixabin îro em dibînin ev komele ketiya nava nîqaş, nakokî û tevlîheviyan. Ez niha wekî endamekî vê komeleyê tiştên dibînim, dixwazim bêjim:
- Rêveberiya niha bi projeya “Wêjeya Kurd Dîroka Xwe Diafirîne” hin xebat pêşkêş kir, hin ji wan pêk anî (mînak li Stenbolê) lê nizanim çima dawiya vî karî neanî. Ango ev proje nîvco hişt. Sebeb çi bû, çi qewimî, divê endam agahdar bikirana, lê nekirin. Em wekî endam û ez wekî yek ji damezrînerê komeleyê li benda zelalkirina vê yekê me.
- Serokê Komeleyê yê di kongreya dawî de hilbijartî, berî dema xwe tijî bike îstîfa kir (an hat îstîfakirin), sebeb çi ye em nizanin.
- Heta niha me gazin ji siyasetmedarên kurd dikir ku çima bi kurdî naaxifin, lê niha ew siyasetmedar di zindanê de ne û ji ber daxwaza wan a parastina bi kurdî komele li ser navê xwe ji bilî daxuyaniyan tu çalakî pêk neaniye. Gelek nivîskarên endam tevlî xwepêşandan û çalakiya rûniştina ber Şaredariyê nabin. Qet nebe me wekî endam divê ji ber komeleyê heta qada rûniştinê meşekê pêk bianiyana. Xwedîderketin/ nederketina zimanê kurdî di rojên wiha de dixuye.
- Di şeva pilaketdayîna şaredaran de, kesê pêşkêşvan got: “Ev pilaket ji aliyê kesên ku heta niha serokatiya komeleyê kirine ve tê dayîn” û li pênc şaredaran pênc serokên berê pilaket belav kirin. Lê digel wan ez vexwendibûm jî, digel ku min du dem serokatiya komeleyê kiribû jî (2004-2007), wan erkek wiha nedan min. Ji bo çi? Ji ber kîjan hesabên biçûk, nirxandinên teng an hesûdiyê û hwd. ez hatim dûrxistin? Divê ev zelal bibe. Serokê Komeleyê yê niha berî kongreya Kurdî-Derê di sohbetekê de got ku ev tiştek şaş e û haya wî ji şaşîtiyek wiha nîn e, kê vê yekê pêk anîbe, wekî şexsî tevgeriyaye.
- Di şevek wiha girîng de çima hin kesên rêveberên komeleyê tevlî nebûn? Ev jî balkêş bû ku helwestên teng û biçûk ne yên hemî endamên rêveberiyê û ne yê serokê niha Mehmet Devîren e. Serok bi berpirsiyarî tevdigere, lê lijneya amadekar a wê şevê xebatên xwe kêm hiştine, ne pankartek ne sînevîzyon hebû, jixwe tevlêbûn jî hindik bû. Ev kêmasî bala şaredaran kişandibû ku lewma kesek ji wan piştî pêşkêşkirina pilaketan axaftin nekirin.
Ji bo ku kesên mîna me wekî endam di bin sîwana vê komeleyê de bimînin, divê ev pirs werin bersivandin. An na tu wateya endametiya me jî namîne.
Komele divê bi dîroka xwe re aştiyane bixebite, ne ku hin kesan wekî “kesên din” veqetîne û dûr bike. Lijneya dîsîplînê ger bêhiqûqiyek hebe, divê li hember çewtiyan (ku berê jî hatibin kirin) bixebite, kî sebeb be derkeve holê. Proje çima nîvco mane, vê derxîne holê û mafê me endaman heye ku ew me serwext bikin.
Dîroka dinyayê nîşan daye ku armanca miletan divê mezin be, ger ne wiha be milet nabin dewlet, dezgehan nikarin ava bikin, nikarin bi pêş bikevin. Ger saziyek li ser navê nivîskarên netewekî kar û xebat bike, mafê wê nîn e ku bide pey hesabê biçûk û teng bifikire, hin kesan dûr û biçûk bixîne.
Îro em kêfxweş in ku hem gelê me û hem siyasetmedarên me xwedî li zimanê me dertên û ji bo şikestina asîmîlasyona dehsalan ji her kesî bêtir çalak in.
Ziman û armanc du peyvên bi hev ve girêdayî ne. Kes, kom, komele an neteweyek heke bixwaze bigihîje armanca xwe, divê ewil xwedî li nirx, ziman û dîroka xwe derkeve. Ziman ji bo armancê wesîteyek herî girîng e.
***
Nivîsên Edîb Polat ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Bavê min Ehmedê Reşo
- Ev dil çi ji bîr dike?
- Bi Mûnzûr re çi herikî?
- “Rê”ya ber bi qeyrana dil!
- Şaşiyên ziman ên TRT 6’ê -2-
- Şaşiyên ziman ên TRT 6'ê


