Diyarname
HRRK (Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê) 1'emîn Pêşbaziya Helbesta Kurdî ya Ciwanan li dar dixe. Yên beşdar bibin divê temenê wan di navbera 18-30'î de be.
HRRK bi alîkarî û sponsoriya Komeleya Janê Xelef a Şêrxwaziyê li Îngilistanê pêşbaziyê li dar dixe. Berhema ku bibe yekemîn bi 500, ya duyemîn bi 300 û ya sêyemîn jÎ dê bi 200 dolarî bê xelatkirin. Yên bixwazin beşdar bibin divê heta 1'ê adara 2021'ê berhemên xwe bişînin ber destên amadekarên pêşbaziyê. Encamên pêşbaziyê dê roja 29'ê adara 2021'ê bêne eşkere kirin.
Li gor daxuyaniya HRRK'ê şermên beşdariya pêşbaziyê bi vî rengî ne:
1- Pêşbirk ji bo jin û mêran e û tenê bi zimanê Kurdî ye.
2- Kesê ku beşdarî pêşbirkê bibe pêwist e li Rojava yan jî li Sûryayê be.
3- Pêwist e temenê kesê beşdar ji 18`an ne kêmtir û ne jî ji 30`an zêdetir be.
4- Pêwist e helbesta ku beşdarî pêşbirkê bibe li tu deveran nehatibe belavkirin û beşdarî tu pêşbirkan nebûbe.
5- Pêwist e helbesta beşdarî pêşbirkê bibe ji DEH (10) malikan ne kêmtir û ji PÊNCÎ (50) malikan ne zêdetir be.
6- Pêwist e helbesta beşdar berî 1ê Avdara 2021ê bigihêje destê HRRKê.
7- Ji mafê HRRKê ye ku helbestên xelatgirtî di malper û kovarên xwe de biweşîne.
8- Di 29ê Avdara 2021ê de(ROJA JIDAYIKBÛNA JANÊ XELEF), dê HRRKê, navên xelatwergiran li navenda xwe ragihîne û
KESÊ KU DI BEŞDARBÛNÊ DE MERCÊN JORÎN PÊK NEYINE, BERHEMA WÎ/WÊ DI CIH DE PAŞGUH DIBE Û BEŞDARÎ PÊŞBIRKÊ NABE..
PÊVEKÊN PÊWÎST:
– Kurtejiyan, navnîşan, jimarên telefonan, WhatsApp û Ê.mail.
– Pêwist e yê/ya helbestvan kexezekê binivîsîne û tê de eşkere bike ku helbesta şandiye pêşbirkê ya wî/wê ye û li tu deveran nehatiye belav kirin û beşdarî tu pêşbirkan nebûye..
– Pêwist e yê/ya beşdar sûretê nasnameya xwe bi helbestê re bişîne.
HELBESTÊN XWE, KURTEJIYAN Û PÊVEKÊN PÊWIST BIŞÎNIN VÊ NAVNÎŞANÊ:
helbest1@rojava.net
YAN JÎ RADESTÎ NAVENDA HRRKê YA QAMIŞLOYÊ BIKIN.
NAVNÎŞAN: QAMIŞLO. TAXA SIYAHÎ. DIBISTANA MIHEMED SELÎM XELEF. AVAHIYA EHNEFÊ GEMO.
TELEFONA ERDÊ: (052) 425 134
MOBILE Û WHATSAPP: +963 (0) 954 770 104
helbest1@rojava.net
www.rojava.net