Diyarname
Yên ku ji Qesra Spî derdikevin pirtûkan dinivîsin. Jina Serokê berê yê DYA'yê Barack Obama Michelle Obama bi navê "Çîroka Min" pirtûkek nivîsandibû. Pirtûk bi ser 10 mîlyon hebî de hatibû firotin. Pirtûka Barack Obama "A Promised Land" jî gelek hatibû firotin.
Vê yekê kir ku navdarên ji Qesra Spî derdikevin, navdarên Qraliyetan jî dest biavêjin vê. Ji bo nivîsandina pirtûkê niha keça Serokdewletê DYA'yê Donald Trump Ivanka Trump û jina Prens Harry Meghan Markle ji bo nivîsandina pirtûkê ligel hin weşanxaneyan ketine nava hevdîtinê.
Agahiyek li ser Ivanka Trump
Çavkaniyeke nêzî Qesra Spî ji bo New York Postê gotiye keça Trump Ivanka Trump (39 salî) difikire pirtûkê binivîse.
Çavkanî gotiye ku Ivanka Trump 4 salan wekî şêwirmenda bavê xwe li Qesra Spî kar kiriye, di vê demê de not jî girtine û plana wê ew e pirtûkê binivîse. Di pirtûkê de dê îdîayên ku bavê wê ew piştguh kiriye, xirecirên ligel dêmariya wê Melania Turmp, lêpirsînê şêlandinê ku derbarê wan de hatibû dest pê kirin jî dê di pirtûkê de hebin.
Xebata Markle
Prens Harry û jina wî Meghan Markle îsal dest ji peywira xwe ya li qraliya Brîtanyayê berdabûn û bar kiribiûn DYA'yê. Wan li wir Weqfa Archewell vekiribûn. Niha Mefhan Markle dixwaze di bin banê vê wefê de tiştinan binivîse.
Meghan Markle (39 salî) li Canoga Park a Los Angelesa Kalîforniyayê hatibû dinê. Ew lîstikvan û manken bû berî ku ligel Prens Harry bizewice. Di hin rêzefîlm û fîlman de lîstibû, piştî zewacê dest ji van berda. Ew niha dixwaze di warên cur bi cur de binivîse.
Çavkaniyeke agahî daye rojnameya îngilîz Dail Mailê û gotiye ew dixwaze pirtûkan binivîse û ev yek lê zêde kiriye, "Berê blogek Meghan hebû lê ji vê wêdetir her xwestiye nivÎsandina romanê biceribîne."