Diyarname
Lijneya Yekîtiya Fûtbolê ya Navneteweyê (IFAB) ku ew rêgezên fûtbolê diguherîne di Kongreya li Zurihê de biryareke nû girt: Li gor biryarê ger di maçên hevtêkbirinê de maç derbasî dema zêdek bibe tîm dikarin lîstikvanê 4'an jî biguherîne. Li gor rêgeza niha di her maçê de tîmek herî zêde dikare 3 lîstikvanên xwe biguherîne; bi vê biryarê di maçên hevtêkbirinê de tîm dikarin 4 lîstikvanan biguherînin.
Niha rojev ew e ku ev biryar di Tûrnûvaya Kûpaya Cîhanê ya 2018'an de bikar bînin yan na. Serokê UEFA'yê Ceferin dibêje ku ew piştgirî didin vê biryarê. UEFA'yê di kongreya xwe ya meha borî de li ser vê nîqaş kiribû, piştgirî dabû vê guherîna ku dê çêbe lê biryar girtibû ku îsal ji ber Lîga Şampiyonan û Lîga Ewropayê didome nikarin niha vê rêgezê bînin cih, lê di salên bê de dê rêgezê bînin cih.
Hat gotin ku ji bo tenduristina lîstikvanan biparêzin û tîm hê hêsantir bikaribin tîma xwe saz bikin ev biryar hatiye girtin.
Meha borî li Almanyayê di maça Arminia Bielefeld û Astoria ya Kûpaya Almanyayê de yekem car ev rêgez bicih anîbûn, lîstikvanê 4'inan hatibû guhartin.