Diyarname
Weqfa Îsmaîl Beşîkçî biharê û payîzê dersan dide dest pê kirin. Ji bo vê serdemê jî bername amade kirine û serîlêdana dawî roja 9'ê vê mehê ye.
Weqfa Îsmaîl Beşîkçî bernameya "Akademiya Îsmaîl Beşîkçî ya Payîz 2020-2021"ê eşkere kir. Bername dê online li dar bikeve û 7 hefte dê bidome. Di nav bernameyê de dersên wekî "Modelên Perwerdehîya Pirzimanî û Rewşa li Tirkiyeyê bo Kurdî", Tecrubeya Dersên Hilbijarî ji Çavên Xwendekaran",
"Tecrûbeya Enstîtuyên Zindî li Tirkiyeyê-Mînaka Zanîngeha Mardîn Artukluyê", "Tecrubeya Perwerdehiya Kurdî li Başûr", "Hetê Felsefeyê Perwerdeyî ra Perwerdeyê Kurdî-Zazakî", "Kitabanê Dersan yê Kirmanckî (Zazakî) de Zayenda Komelkî", û "Tecrûbeya TZP-Kurdî û Amadekirina Hînkerê" henel. M. Şerif Derince, Selda Araz, Şehmus Kurt, Hewa Salam, Nurettin Beltekin, Roya ILbasmis, Ronahî Onen dê dersan bidin.
Bername dê 12'yê vê mehê dest pê bike û 23'ê rêbendana 2021'ê bi dawî bibe. Li gor daxuyaniyê her hefte roja şemiyê dersek heye û ders di navbera saetên 14.00-17.00'an de bi ser zoomê re online li dar dikeve..
Yên bixwazin beşdar bibin dikarin heta 9'ê vê mehê serîlêdana xwe bikin.
Kesên ku beşdarî bernameyê bibin divê di asta xwendin û nivîsandinê da kurdî baş bizanin. Beşdarên ku bi serfirazî bernameyê biqedînin, di dawiya bernameyê de dê sertîfîkaya beşdariyê bigirin.
Ji bo agahiyên din:
www.ismailbesikcivakfi.org