NAVENDA NÛÇEYAN
Biryara Boykota Dibistanan a TZPKurdî bi destpêka vekirina serdema perwerdehiya 2010-2011'an re ligel gefên Serokwezîr û Wezîrên dewletê bi piştgiriyek mezin dest pê kir. Li Amed, Mêrdîn, Şirnex, Colemêrg, Wan, Agirî, Mûş, Betlîs, Qers, Riha û gelek başarên din malbatên xwendekaran piştgirî dan kampanya TZPKurdî ya boykotê.
ŞIRNEX
Li Şirnexê, xwendekarên dibistana seretayî di çarçoveya biryara "Boykota Dibistanan" a TZPKurdî ku bi daxwaza perwerdehiya zimanê zikmakî dabû destpêkirin bi estpêka vekirina serdema perwerdehiya 2010-2011'an re ligel gefên Serokwezîr û Wezîrên dewletê neçûn dibistanan û dibistan boykot kirin. Li Şirnex û navçeyên Cizîrê, Sîlopî, Hezex, Elkê û Qlabanê, dibistan hatin boykotkirin. Ji ber li Navçeyên Şirnexê ligelek dibistanan xwendekar neçûn dibistanan û ji ber vê yekê destan dest pê nekir. Her wiha li nava kolan û ber deriyê dibistanan polîs bi banzêran tûr dan xwe û ewlehiyek mezin girtin. Li hin dibistann jî xwendekarên ku çûn dibistanê jî neketin dersan û diyar kirin ku dersan boykot dikin. Ji ber vê yekê li gelek cihan mamosteyan xwestin xwendekaran îkna bikin û bi xwendekaran re ketin nava diyalogê. Lê li gel hemû tiştî dîsa xwendekarên çûn dibistanan jî neketin dersan. Li navçeyên Şirnexê û Şirnexê xwendekaran diyar kirin ku dê heta hefteyekê neçin dibistanan û derbas boykot bikin. Li Dibistana Seretayî ya Cumhiriyetê ya Navçeya Elkê ku 500 xwendekar lê dixwînin tenê nêzî 10 xwendekar çûn dibistanê.
MÊRDÎN
Li Mêrdînê û navçeyên Mêrdînê jî bi heman armancê dibistan hatin boykotkirin. Bi taybetî li navçeyên Qoser, Nisêbîn, Dêrîk, Şemrex, li gelek dibistanan ders hate boykotkirin. Ligel serdema perwerdehiyê dest pê kir jî disa gelek dibistan vala man. Li Navçeya Qoserê ji ber biryara "Boykota Dibistanan" polîsan tedbîrên fireh girtin.
RIHA
Li Navçeyên Xalfetî, Sîwerek, Serêkaniyê, Wêranşarê, bi piraniya xwendekaran neçûn dibistanan û piştgirî dan biryara TZPKurdî ya boykotê. Li navçeyên Rihayê bi sedan xwendekaran daxuyanî dan çapemeniyê û diyar kirin ku bi zimanê zikmakî perwerdehiyê dixwazin. Bi sedan kes li ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Xalfetiyê li hev kom bûn û bi dirûşmeya "Bê ziman jiyan nabe" berz kirin û dawîzên "Gotin yek ziman, yek çand, yek netew û qetil kirin" û "Sinora zımanê min, sinorê cihana min e" bilind kirin û meşiyan. Komê li Qada Xalfetiyê meşiyan û li vir daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê komê Serokê Rêxistina BDP'ê ya Xalfetiyê Prz. Mustafa Bayram daxuyanî xwend û operasyon şermezar kir. Bayram, anî ziman ku ji bo zarok di perwerdehiyê de serkeftinekê bi dest bixin divê xwendekar bi zimanêdayikê perwerde bibin. Li Navçeya Sîweregê jî koma li ber avahiya Rêxistina BDP'ê kom bû heta Qada Kanlikuyu meşiyan û li vir daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê kome Serokê Rêxistina BDP'ê ya Sîweregê Mehmet Dundar daxuyanî xwend û piştgirî da boykotê. Komê li vir jî dowîz û dirûşmeyên ku daxwazên perwerdehiya zikmakî dianîn ziman bilind kirin.
Li Navçeyên Wêranşar û Serêkaniyê jî bipaniya xwendekaran neçûn dibistanan û ders boykot kirin. Bi taybetî li dibistanên Dumlupinar, Ulugbey û Belediyeyê yên Wêranşarê ji sedî 90 xwendekar neçûn dibistanan û ders boykot kirin.
COLEMÊRG
Li Navenda Colemêrgê biryara boykotê tesîr kir. Gelek xwendekar neçun dibistanan û polên wan vala man. Midûrê Perwerdehiyê yê Colemêrgê Omer Bulut, diyar kir tenê yek xwendekar jî bê dêr ders bikin û da zanîn ku dê demên pêş de daxuyaniyekê bide. Li Gever û Çelê jî dibistan vala man. Li Çelê xwendekarên dibistanên YÎBO'ya ŞehîD Bîlal Soybîlgîç, Dibistana Seretayî ya Cumhuriyetê, Liseya Adnan Bahat ya Çelê û Dibistana Seretayî ya Ataturk, bi giştî neçûn dibistanê. Li Geverê jî bi tevahiya bajar tu xwendekar neçûn dibisatanê. Li vir destur nehate dayîn ku rojnamevan ji dibistanan dîmen bigirin. Li van deran polîsan gelek tedbîr girtin.
AMED
Li Amedê jî gelek xwendekar li gorî boykotê tevgeriyan û neçûn dibistanan. Hin xwendekar jî ji bo ku diyar bikin tevli boykotê dibin, li ber deriyê dibistanê disekinin. Bi tevahiya bajar li gel gefên rayedaran jî dibistan vala man. Li navçeyên Bismil û Liceyê jî xwendekaran bi daxwaza perwerdeya zimanê zikmakî dibistan boykot kirin û pol vala hiştin. Hate ragihandin ku midûrê polîsan yê Liceyê yek û yeko li dibistanan geriyaye û xwestiye boykot bê şikandin.
Li Navçeya Çinarê jî boykota dibistana serketiye. Ji ber ku tu kes neçû li dibistanan der nehatin lidarxistin. TZPKurdî têkilidarî mijarê li ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya Navçeyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev demekî dirêj e zimanê kurdan hatiye qedexekirin û mafên kurdan hemû hatine binpêkirin."
WAN
Biryara TZPKurdî li Wanê hate bi cih. Di serî de dibistanên serateyî yên wekî, Dumlupinar, Mustafa Cengîz û lîseyên wekî Ataturk Anadolu, Cumhuriyet, Mehmet Akif Ersoy û gelek dibistanan xwendekar neçûn dibistanan. Hinek dibistanan tenê navbera 15 û 20 xwendekaran çûn dibistanan. Ji bo xwendekaran destek dan boykotê polîsan tebdîrên berfireh li ber dibistanan wergirt. Li kolanan wesayîtên bir zirh ên polîsan geriyan. Der barê boykotê de li ber dibistana Dumlupinar a seretayî ya li Taxa Xaçortê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Daxuyaniya çapemeniye ku bi pêşengiya TZPKurdî hate kirin, rêveberên EGÎTÎM SEN, KURDÎ-DER, xwendekar û malbatên wan beşdar bûn. Di daxuyaniya ku ji hêla Serokê Şaxa KURDÎ DER'ê ya Wanê Galîp Yavîç ve hatiye kirin de hate gotin ku;" Mafê xwendina zimanê dayîkê mafekî li gorî peymanên navneteweyî ne û ev mafe ji kurdan hatiye stendin." Yavîç, xwest ku zextên li ser zimanê kurdî bê rakirin.
Biryara boykotê ligel Bajaroka Sixkeyê li 11 navçeyan jî bandor bû.
Li Erdîşê daxuyanî
Komeke ku di nava wan de malbatên xwendekar û xwendekar heyîn li ber avahiya BDP'ê ya Erdîşê kombûyîn û bi pankartên, "Berpirsiyariya Peyanisê AKP' ye", "Jiyaneke bê zimanê dayîkê nabe",ber bi Parka Zîlan a pişta Miduriyeta Polîsan dest bi meşê kir. Polîsan li ber Îş Bankê meş asteng kir. Li ser vê yekê komê li vir daxuyanî da. Daxûyanî ji hêla Zerya Koç ve hate kirin û di daxuyaniyê de xwendekarên kurd êdî dixwazin bi zimanê zikmakî perwerdehiyê bibînin.
BEDLÎS
Biryara boykotê li navçe û Bedlîsê destek dît. Hate dîtin ku li gelek dibistana xwendekar neçûn dibistanan û KURDÎ DER diyar kir ku li tevahiya bajêr sedî 50 xwendekar neçûn dibistanan. Berdevkê Plaftorma Şaxên KESK'ê Nîmet İlk, xwest ku zimanê kurdî bikeve makezagonê.
MÛŞ
Li Mûşê navend û Gimgim, Kop û Melezgîrê xwendekar neçûn dibistanan. Balkêş bû ku li gelek dibistanan pol vala ne. .
AGIRÎ
Li Agirî û navçeyên wê yên wekî Bazid, Giyadîn, Panos, Dutax û yên din û bajarokan xwendekar neçûn dibistanan û boykot kirin. Boykot herî zêde li Bazidê pêk hat ji xwendekaran sedî 5 çûn dibistanan.
Boykotê li Îdir û navçeyên wê, navçeyên Karaçoban, Tekman ên Erziromê, Qers û navçye wê Kaxizmanê deste dîti.
ÊLIH
Li Êlihê dibistan bi dovîza "Ortmenim ez bi tirkî nizanim" hate boykot kirin
Li Êlihê, gelek malbatan zarokên xwe neşandin dibistanê û piştgiriyê dane biryara boykotkirina dibistanan a TZPKurdî. Li gelek dibistanan xwendekar neçûn dibistanan û dibistan boykot kirin. Gelek xwendekar kincên dibistanê li xwe nekirin û neçûn dibistanan. Balkêş bû gelek polîsên sivîl bi wesayît, panzêran li ber dibistanan dewriye davêtin.
Li ber Dibistana Seretayî ya Yavuz Selîm a Taxa Îpragazê daxuyaniya çapemeniyê hate lidarxistin. Di nava wan de Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Êlihê Şehmus Aslan, Serokê Navçeya Navendî Şerîf Çakar, Cigirê Şaredarê Êlihê Serhat Temel, Serokê Şaxa KURDÎ DER a Êlihê Suat Çelîk jî hebûn gelek xwendekar û malbat beşdar bûn. Di daxuyaniyê de dowîzên “Bişavtin sûcê mirovahiyê ye R. Tayip Erdogan Almanya”, “Ez ê di xewnan de jî zimanê xwe winda nekim”, “Gever, Çelê, Şemzînan, Colemêrg, Amed, Êlih, Dêrsim, Hewlêr, Agirî, Qamişlo, Qubîn, Hezo, Farqîn, Riha, Dîlok em navên xwe dixwazin”, “Dibistanên bişaftinê YÎBO’yan re na” û “W,Q,X, Û, î” û "Ortmenim ez bi tirkî nizanim" hate boykot kirin. Li ser navê xwendekaran, Mustafa Bayındır, daxuyaniyekî bi kurdî kir û diyar kir ku ew zarokên kurd wekî hemû zarokên cîhanê dixwazin bixwînin di nav şaristaniya hemdem de ciyê xwe bigirin.
Serokê şaxa KURDÎ DER a Êlihê Suat Çelîk jî, axaftinek kurt kir û da zanîn ku heke rayedar karibin bibêjin 'bişaftin sucê mirovahiyê ye' nexwe sûcek çewa dikin bila bibînin ku hemû zarokên kurd asîmile dikin.
Piştî daxuyaniyan girse bê navber dirûşmeyên wekê" Zimanê me rumeta me ye", "Em dixwazin bi tundî, perwerdehî bi kurdî" berz kirin.
DÎHA