Diyarname
Solîna Êvê hunermendeke kurd e. Du sal berê rastî tacîzê tê, lê ne tacîzkar, ew hat tewqîfkirin.
Solîna Êvê hunermendeke kurd a pir alî ye. Li ser hunerên wêne û muzîkê xebatên wê hene. Ew di heman demê de aktîvîsteke ku ji bo mafên jinan û zarokan dixebite. Wê li Beşa Endazyariya Plandanînê ya Zanîngeha Duhokê xwendiye. Piştî temamkirina zanîngehê xwestiye di saziyeke alîkariyê ya ji bo jinan de bixebite û dest bi kar kiriye. Lê li wê saziyê kesekî xwestiyê destdirêjiya wê bike. Solîna Êvê xwe parastiye û bûyer çûye ber dadgehê. Her çiqas agahî hê nezelal bin jî keçikek ji Silêmanî û xortekî ji Şengalê alîkarî Solîna Êvê dikin. Ev sê kes û kesek din jî di nav de Dadgeha Duhokê der barê çar kesan de dozê vedike. Paşê bi îdîya "Agahî nîn in" kesê çarem ji dosyayê tê derxistin û dadgeh dozê li ser Solîna Êvê û her du kesên din bi rê ve dibe. Di 15'ê vê mehê de dadgehê cezayê 6 mehan a hepsê li ser sê kesan kir.
Heman rojê Solîna Êve ji bo çapemenî dibêje, "Ez şanaz im, min xwe radestî zilamekî bêxêr nekir. Min xwe parast. Ez li zindanê bim jî ez natirsim.
Min karî xwe rizgar bikim. Divê jin li ser kolanan rabin û daxwaza azadiya min bikin ji ber ku ev ne meseleya min e, ya hemû jinan e. Rojane tiştên wisa li cihên kar dibin, li bazaran dibin."
Solîna Êve îro çû teslîmê polîsan bû. Polîs dê wê bişînin girtîgehê.