Diyarname
Lîsteya tiştên ku dê di sala 2050'yan de di jiyana me de nîn bin hate derxistin. Hûn dixwazin ji niha de not bigirin.
'Zanyarên pêşerojê' yên ji Avusturalyayê Richard Watson û Ross Dawson lîsteya 'tişt'ên ku di sala 2050'yan de dê di jiyana me de êdî nîn bin derxistin. Di lîsteyê de gelek tiştên balkêş ku êdî dê nîn bin hene.
Vaye sal bi sal lîsteya tişt û hebûnên ku dê nîn bin:
2012: Girêdana Dial-up a înternetê
2013: Makîneya faksê
2014: Windabûn
2016: Malnişînbûn, barên 'gay'an, mişkê kompîturê
2020: Mafên telîfê
2022: Blog, rêgezên îmlayê, giravên Maldivê
2023: Bêhnvedana dawiya hefteyê, Paris Hilton
2024: Kompîturên ser maseyê, Radyo AM
2025: Otobanên bêpere
2026: Firavîn (navroj), Radyo FM, jidilbûn, tevlihevî.
2030: Mifte (Kilît), serdema zarokatî
2033: Pereyên hûr
2034: Rêwîtiya erzan, Bangladeş
2035: Çîna navîn, neft, spam, Aborîjîn, Microsoft
2036: Erebeyên ku bi neftê dixebitin, têkiliya bi hev re girêdan an jî bi hev re bûn
2037: Cemed, bi rêyên xwezayî anîna zarokekî li dinyayê
2038: Sikûnet
2039: "Biborin", Yekîtiya Ewropayê
2040: Nasnamedank, cihên bê pere yên ji bo gel, tesîra karbonê, pereyên kaxiz, kerî (nebihîstin)
2042: Qerewat
2044: Zanyarên pêşerojê
2049: Google, korîtî
Piştî salên 2050'î: Emeliyeta estetîkê (xwe xweşikirinê), êşa fizîkî, nexweşikî, mirin.