Diyarname
Mala Piştgiriyê ya Perwerdehiyê ya Zana ku li Dêrikê di warê perwerdehiyê de piştgirî dida xwendekarên feqîr, ji aliyê Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê (MEB) ve hat girtin.
Heta niha di bin banê şaredariyên BDP'ê de li gelek navçe û bajaran malên piştgiriyê ji bo perwerdehiyê hatin vekirin. Di van cihan de xwendekarên ku ji bo zanîngehê xwe akade dikin fêde dibînin. Xwendekarên feqîr tên van deran li ser dersên xwe perwerdehî dibînin, dîsa beşdarî çalakiyên çandî û civakî dibin. Li Tirkiyeyê ji bilî şaredariyên kurdan gelek malên wisa hene, bi taybetî jî Cemaet di malên wisa de mirîdên xwe perwerde dike. Ev malên perwerdehiyê yên şaredariyên BDP'ê bi destûr hatine vekirin,endamên Meclisên Şaredariyê biryar girtine û bi awayekî fermî ji MEB'ê destûr girtine. Lê ev mehekê ye MEB sedemên wekî "navên wan bi kurdî ye", "Ji bilî tirkî bi tu zimanî perwerdehî nayê kirin" van saziyan digire.
Di van du hefteyên dawî de li Wêranşar, Qoser û Serêkaniyê ev malên perwerdehiyê hatin girtin. Herî dawî jî 4'ê vê mehê Mala Piştgiriyê ya Perwerdehiyê ya Zana ya li Dêrikê hat girtin.