Diyarname
Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ya Tirkiyeyê Sadî Guven li ser hilbijartina Stenbolê axivî.
Guven wisa got: "Li cem 31 hezar û 342 sindoqan dengdan çêbû û hilbijêran dengên xwe dan. Hilbijartin bi aramî bi rê ve çû. Encam teslîmê lijneyên navçeyan hatiye kirin. Çawa ku ew encam gihîştin navenda YSK'ê me ligel partiyên siyasî parve kir. Di kurtedemê de hemwelatî bikaribin ji ser malpera me re jî xwe bigihînin agahiyan û "tûtanak"ên (encamname) li ber destên xwe ligel van bidin ber hev."
Serokê YSK'ê sipasiya her kesên hilbijartin bi rê ve biriye kir û diyar kir ku niha hê ew nikarin reqemên fermî parve bikin. Lê piştî îtîrazan dê mazbatayê kesê heq kiriye bidin wî.
Di hilbijartina 31'ê adarê de YSK'ê pêşî ragihandibû ku Ekrem Îmamoglu bi ser ketiye, mazbata jî dabû lê li ser îtîrazên AKP'ê hilbijartin betal kiribûn û ji bo îro biryara hilbijartinê dabûn.