Sîdar Jîr
Wêjeya sirgûnê, vegotina êş û janê ya herî spehî û samîmî ye. Wekî gelek tiştên di jiyanê de, du rûyên sirgûniyê jî heye. Yek jê êşkêşan e; ya din jî hilberînî ye. Bi israra bîr û baweriyeke xurt û di zimanê ‘xwe’ de pêk tê.
Desthilatdariyê ji tirsa hêza pênûsê ku wê desthilatdariyê û girseyan piştî çewisandina civakê bîne pêşberî hev, sirgûnî ji demên herî kevin de li ser pênûsê ferz kiriye.
Lê di sirgûniyê de ziman dibe her tiştî nivîskar; çav, guh, mejî, xewn, xeyal, evîn û welat. Jixwe wekî din alternatîf tune ye ku nivîskar xwe pê ve bigire.
Destpêka wêjeya kurdî ya modern bi giştî heta dawiya sedsala bîstan ji axa xwe dûr derketiye holê. Qahîre, Stenbol, Şam, Bêrûd û Êrîvan bûne navendên ku nivîskar û rewşenbîrên kurd xwe lê girtine. Ev yek heta vegera Mele Mistefa Barzanî ya ji Sovyetê (destpêka salên 1960’î) wiha didome, piştî wê hêta radeyekê başûrê Kurdistanê dibe wargeheke ku nivîskar û rewşenbîrên kurd lê disitirin.
Bi salên 1980’yî re nivîskar û rewşenbîrên ji hemû parçeyên Kurdistanê berê xwe didin welatên Skandinavya û Ewropayê û piştî salên ‘90’î kurdên Sovyetê jî bi hilweşîna ‘Sosyalîzmê’ re tevli wan dibin. Ev yek jî dibe hevdîtin û hevgirtina nivîskar û rewşenbîrên kurd a li biyanistanê.
Piştî vê qonaxê, di salên 90’î de bi Welat/Welatê Me/Azadiya Welat û kovara Rewşen (pêşî li Ewropa bû) Stenbol -piştî heftê salan- careke din dibe navendeke hewldanên kurdî.
Bi destpêka salên 2000’î re jî Amed cihê xwe yê navendbûnê xurtir dike. Ev yek wê êş û janê hinekî aş dike.
Di vir de bêyî sirgûniyê wêjeya kurdî ya modern nayê pênase û ravekirin. Ji rojnameya Kurdistan (1898), Rojî Kurd, Jîn, Hawar, Ronahî û heta Riya Teze wêjeya kurdî her li sirgûnê ye. Heta destpêka salên 2000’î jî li Bakur wêjeya kurdî ne li warê bav û kalan e.
Lê digel van agahiyên dîrokî ku tên zanîn jî, binavkirina “wêjeya sirgûnê” ya ji aliyê ‘hin kesên’ ku di siyaseta “navxweyî” de têkçûne û piştî salên 1980’yî xwe li Ewropayê girtine, tê dortengkirin. Ku di rastiya xwe de hin kesên ku ji ber nivîskariya xwe nehatine sirgûnkirin jî û li Ewropayê, li ser kelepora Hawarê rûniştin û ji sirgûniya wî nifşî ‘xwarin.’ Ya balkêş ew e ku îro jî, hin kesên ku navê “edebiyata modern” bi xwe didin destpêkirin, welat ji xwe bidûr xistine û di ser vê dûrxistina sûnî re pêşengiya wêjeyê li xwe bar dikin. Vê yekê jî bêhtir bi zimanê desthilatdarên ku xelefên Osmaniyan e dikin.
Ji bo panaromayeke wêjeya kurdî ya li sirgûnê, bi puxteyî di “Li Goristaneke Amedê” ya Osman Sebrî de hatiye berbiçavkirin. Di salên 1930’î de bi awayekî giştî wêjeya kurdî ya nûjen jixwe bi ekola Hawarê û bi nifşê Sovyetê pêk hatibû. Lewma jî nûjenkirina wêjeya kurdî bi salên 1980’yî bê destpêkirin, neqebûlkirin an jî nezanîn e. Israra vê yekê korbûneke dîrokî bi xwe re tîne û keda nivîskar a heyî jî bêqîmet dike. Ev jî ji nexweşiya destpêkirina ‘ji xwe’ ye. Ya girîng ew e ku wêjeya kurdî wê çawa bi hişmendî û zanîna hemdemî re li ser koka xwe -çi ya li sirgûnê, çi ya folklorîk û çi jî ya li medreseyan- xurtir bikin.