logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Şaredariya Peyasê wê alîkariya perwerdehiyê bide 1.000 xwendekaran
  2. Festîvala Fîlman a Bogazîçî tê
  3. Balafir bi leza 340 kîlometreyî li avahiyan ket
news-details

Şaredarên BDP'eyî: Bila Xweseriya Demokratîk bê îlankirin

Şaredar, Serokên Meclisên Giştî yên Bajaran û endamên meclisên bajar û şaredariyan li Salona Navenda Çanda Ciwanan a Ceg

  • Dîrok: 09/07/2011
  • Beş: Nûçe

AMED
Şaredar, Serokên Meclisên Giştî yên Bajaran û endamên meclisên bajar û şaredariyan li Salona Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn kom bûn û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd 7 xalên çareseriyê pêşkêş kirin.
Wan xwest şert û mercên Abdullah Ocalan bên başkirin, Konseya Aştiyê, Konseya Zagona Bingehîn a nû û Komîsyona Lêkolîn û Lêgerîna Heqîqetê bê avakirin. Girtiyên ji doza KCK'ê serbest bên berdan. Her wiha ji KCD'ê (Kongreya Civaka Demokratîk) jî xwestin Xweseriya Demokratîk îlan bikin.

Şaredar, Serokên Meclisên Giştî yên Bajaran, endamên Meclis û Şaredaran yên BDP'yî li Salona Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn kom bûn û ji bo pirsgirêka kurd çareser bibe daxuyanî dan.

Di civînê de 101 Şaredar, 10 Serokên Meclisa Giştî yên Bajaran û endamên meclisan amade bûn. Li ser navê şaredar û serokan Şaredarê Wanê Bekîr Kaya daxuyanî xwend. Kaya, diyar kir ku Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê li gel hemû zext, zordarî û astengiyan di hilbijartina 12'ê pûşperê de serekftinek mezin bi dest xistiye.

Kaya, anî ziman ku ev serkeftina gelê kurd a têkoşîna salan e û wiha got: "Pergala li ser polîtîkayên înkar û îmhayê yên di salên 1990'an de hatine avakirin îro îflas kiriye. Ev serkeftina Eniyê ji bo pêşketina û demokratîkbûna Tirkiyeyê firsetek gelek mezin e. Hem ji bo Yekîtiya Neteweya Kurdan û hem jî ji bo yekîtiya gelê kurd û tirk rê li ber pêşerojek nû vekiriye. Ew dixwazin dîsa Kurd serî li ber wan bitewînin. Lê gelê kurd êdî bi tecrube û serpêhatiyên xwe dersên dîrokî girtine û êdî dê heta dawî ji bo azadiya xwe têbikoşe."

Kaya diyar kir ku di hilbijartinên 2011'an de jiyana bê statu û bê nasname red kirine û wiha berdawm kir: "Ji ber vê yekê jî hilbijartineke ne ji rêzê bû. Di hilbijartinê de kurdan riya di welatê demokratîk de, bi awayeke xweser bi hev re jiyan hilbijart. Ji ber vê yekê jî tenê wekî hilbijartina çend parlamenteran zêde an jî kêm neyê dîtin. Divê ev sekna kurdan a li dijî înkar û redkirinê wekî sekneke bi rûmet bê dîtin. Divê ey yek bihata qebûlkirin lê careke din ji aliyê Zagona Bingehîn a faşîst a 12'ê Rezberê ve hate astengkirin."

Kaya da zanîn ku piştî hilbijartinan wekî tehamulnekirineke piştî hilbijartinên herêmî ya 29'ê Adarê derket holê û wiha axivî: "Kurdan xwestin nûnerên xwe yên siyasî bişînin meclisê. Lê ev yek hate astengkirin. Hemû parlamenterên Blokê jî li dijî vê yekê helwesteke bi rûmet nîşan dan û neçûn meclisê û ev biryar jî bi raya giştî re parve kirin. Em jî vê biryarê bi rêzdarî pêşwazî dikin em ê li cem vê biryarê bin. Heta ku daxwazên gelê me yên rewa bêne bicihanîn em ê di têkoşÎna siyasî ya demokratîk de cihê xwe bigirin. Ji ber vê yekê jî berî ku meclis bikeve betlaneyê îrade û hêza çareseriyê nîşan bide."

JI SEROKÊN BDP'EY'î 7 PÊŞNIYAR

Kaya pêşniyarên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd wiha rêz kir:

* Baweriya me ew e ku hevdîtinên bi Birêz Ocalan re têne kirin û ji raya giştî ya demokratîk de nikare bê veşartin bi watedar in û dê ji bo çareseriyê bibe piştgiriyeke mezin. Ji ber vê yekê jî divê şert û mercên Ocalan bêne başkirin û di diyalog û muzakereyê de ji bo rola ku bikaribe bilîze derfet bêne avakirin.

* Konseya Aştiyê, Konseya Zagona Bingehên û Komîsyona Lêkolînkirina heqîqetan ji aliyê meclisê ve bê avakirin û ji bo vê yekê biryar bê girtin.

* Divê dozên KCK'ê bêne betalkirin û hemû girtî bêne berdan.

* Divê meclisê Zagoneke Bingehîn a demokratîk, azadîxwaz a zayendî û wekhev bixe rojevê.

* TMK; CMK, qanûna hilbijartin û partiyên siyasî divê bêne rakirin.

* Xweseriya Demokratîk divê li Tirkiyeyê pêk bê.

* Divê KCD bi rojeva ku di warê siyasî, civakî, ekolojîk, çandî û aborî de Xweseriya Demokratîk nîqaş bike bi awayeke awarte bicive.

Ji DÎHA'yê hatiye girtin

 

Parve Bike

Youtube Me

Hinarên kurdan, îstatîstîk û agahiyên girîng

news

Li ser konsera Koma Amed û Ciwan Haco 2 pirs

news

Omer Dilsoz: Lihêfka bêdengiyê

news

H. Kovan Baqî: Gotinên te stêrk in Nowalîsa

news

Diyarname Nûçe: Pirtûkeke nû a Îrfan Amîda Zenge şev #podcast #diyarname20salîye

news

Diyarname nûçe:Bi hezaran kitabê kurdî hêvî wendoxanê xwu yê #podcast #diyarname #diyarname20salîye

news

Hogir Berbir: Hêlîn ne tenê avahî ye, çîroka jingehê ye

news

DILDAya Selahattin Demirtaşî

news

Diyarname:Pirtûkeke helbestan, “Sola Qetiyayî” derket #diyarname #diyarname20salîye

news

Dilşêr Bêwar: Ez baş im

news

Yeqîn H.: Bîr

news

Kobanî û Cebelîtarik

news

Mesûd Qeya: Ro li ava ye

news

Omer Dilsoz: Em gelek hez ji hêkên gundan dikin

news

Festîvala FîlmAmedê bi xelatdayînê bi dawî bû #diyarname20salîye #podcast #diyarname

news

Film: Fîlmê Adîle Naşît tê

news

Dor 60 helbestên li ser evînî

news

Rewşa Îsmaîl Beşîkçî, 28.09.2025

news

Diyarname: Koma Amed li Amedê konserê dide #diyarname20salîye #diyarname #books

news

330 Saliya Mem û Zînê tê pîrozkirin #diyarname #diyarname20salîye #pirtûk

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 06 11 2025

Şaredariya Peyasê wê alîkariya perwerdehiyê bide 1.000 xwendekaran

news
  • 04 11 2025

Bahçeli: Berdana Demirtaşî wê bi xêr be

news
  • 04 11 2025

Bakirhan: Tirkiye mecbûr e li gor Xala 46'an tevbigere

news
  • 04 11 2025

Demîrtaşî ji bo Bahçeli û Ozelî peyam belav kir

news
  • 02 11 2025

MSD’ê civînek li Swêdê li dar xist

news
  • 02 11 2025

Mîlyonek û 843 hezar û 722 ehliyet neguherîn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Kuştina Weşanger

  • Dilşêr Bêwar
news

Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin!

  • Hogir Berbir
news

ev ne helbest e seba vê demsalê

  • Mesûd Qeya
news

Kîjan rastî?

  • Dilşêr Bêwar
news

Pelê darê û nefesa bê

  • H. Kovan Baqî
news

Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

  • Kazim Polat
news

‘Helal Et’, ‘Helal Kurdçe’

  • Cemil Oguz
news

Lihêfka bêdengiyê

  • Omer Dilsoz
news

Gotinên te stêrk in Nowalîsa

  • H. Kovan Baqî
news

Hêlîn ne tenê avahî ye, çîroka jingehê ye

  • Hogir Berbir
news

Ez baş im

  • Dilşêr Bêwar
news

Bîr

  • yeqîn h.
news

Ro li ava ye

  • Mesûd Qeya
news

Em gelek hez ji hêkên gundan dikin

  • Omer Dilsoz
news

Heke gotin xwîn bibin, ev nivîs ê bibe dilekî sekinî

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Şûraya Ziman û Perwerdehiya kurdî dest pê kir

ad

Tarkan: Berjewendiyên şexsî deynin aliyek, taqeta me nema

ad

Îngilîz mohra xwe li salê didin

ad

Qedafî dê li Meydana Sor konê vede

ad

Amedsporê îro diruşma "Bijî Berxwedana Kobanî' lîst

ad

Fistanê zer, rengê sor û coşa bi stranan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Şaredariya Peyasê wê alîkariya perwerdehiyê bide 1.000 xwendekaran

  • 06 11 2025
news

Festîvala Fîlman a Bogazîçî tê

  • 06 11 2025
news

Balafir bi leza 340 kîlometreyî li avahiyan ket

  • 05 11 2025

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2025 Diyarname