Diyarname
Model Naomi Campbell, komedyen, nivîskar Chelsea Handler, lîstikvan û stranbêj Josh Gad, lîstikvan û derhêner Mark Ruffalo, lîstikvan Ryan Bathe, komedyen stranbêj Sarah Silverman xwe tazî kirin û vîdyo belav kirin. Erê we şaş nexwend, xwe tazî kirin, bi vî awayî kirin ku balê bikişînin ser dengdana li DYA'yê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) û xwest hilbijêr dengên xwe bikar bînin.
Di vê hilbijartinê de niha wisa dixuye ku sedî 60'ên amerîkayî dê dengên xwe bidin. Ev rêjeyeke kêm e. Loma jî gelek derdor ketine nava tevgerê. Hin jê jî navdar in ku me navê hinan rêz kir.
Wan bi awayekî tazî vîdyo kişand û xwest balê bikişînin ser meseleyê. Divê çima deng bê dayîn, çawa bê dayîn, bala xwe bidin çi û wisa dibêjin, "Dengê xwe bişînin. Wekî niha. Ger dengê we dereng bimîne dê dengê we neyê hilbijartin û hûnê bê sebeb tazî bimînin."
Vaye ew vîdyo: