Diyarname
Şansolyeyê berê yê Almanyayê Helmut Kohl ku wî yekbûna Rojhilat û Rojavayê Almanyayê pêşniyar kiribû û dûre Almanya bûbû yek, îro mir.
Kohl ê ku di sala 1930 de li Ludwigshafen hatibû dinê, dema Almanya bû yek ew serokwezîr bû û dema Almanya bû yek vê carê wekî yekemîn Serokwezîrê Almanyayê Yekbûyî hat hilbijartin.
Kohl di sala 1973'yan de ji bo Serokatiya CDU'yê (Yekîtiya Demokrat a Xiristiyanan) hat hilbijartin. Di navbera salên 1976-2002'yan de di parlemena Almanyayê Bundestagê de peywir girt.
Ew di sala 1982'yan de bi koalîsyona CDU û FDP'ê (Partiya Demokratîk a Azad) bû Serokwezîrê Almanyayê, dema di sala 1987'an de dîsa van her du partiyan dengên zêde girtin dîsa bû serokwezîr.
Wî yekbûna her du (Rojlhilat û Rojava) Almanyayan pêşniyar kir, Dîwarê Berlînê di sala 1989'an de xira bû û di sala 1990'î de Almanya bû yek. Piştî vê di 2'yê berfanbara 1990'î de hilbijartin çêbû û CDU ji sala 1933'yan ve yekemîn car di meclisê de kursiyên piranî bi dest xist û Kohl carek din bû şansolye. Ji sala 1982'yan heta 1998'an tam 6 caran bû şansolye.
Kohl li ser dîroka Almanyayê hin pirtûk nivîsandibûn û wî ji Almanyayê û ji welatên derve xelatên nîşaneyan jî girtibûn.
Kohl û kurd
Çend caran rêya Kohl rastî kurdan hat. Ya yekemîn li Almanyayê dema li ser kuştina Şerefkendê dadgeh hat lidarxistin Îranê reaksiyon nîşan da. Ya diduyan jî qedexeya PKK'ê ye. Di sala 1993, di dema serokwezîriya Kohl de li Almanyayê PKK hat qedexekirin. Lê ev jî heye dîsa di dema wî de wê demê Almanyayê qedexeya çekan danî ser Tirkiyeyê.