Helebçe
Li nava hewşa Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî ya Helebçe bi amadebûna hejmarek hunermend û kesayet perde li ser peykerê Hunermend Esxer Reşîd hate rakirin.
Peykerê Esxer Rexîd ji aliyê peykervan Bextiyar Helebçeyî ve hatiye çêkirin. Bilindiya peykerê 2 metre û penahiya wê jî 85 santîmetre ye.
Di merasîma rakirina perdeyê de Bextiyar Helebçeyî got; "Di çêkirina peyker de min madeyên cuda bikar aniye. Tirêjên rojê û baran bandoriyê li ser nake.”
Hunermend Esxer Reşîd di payîza sala 1960’an de li Helebçeşê ji dayik bûye. Li Helebçe û Silêmaniyê xwendina xwe temam kiriye. Piştre di sala 1996’an de li Rêveberiya Çavdêriya Civakî dibe mamostayê hunerê. Gelek berhemên hunerî pêşkêşî gel kiriye. Yek ji berhemên wî yên bi nav û deng Trajediya Helebçeyê ye. Ew xwediyê pirtûka ‘Arasteyî Tabluyî Mindalan’ e. Hunermend Esxer Reşîd roja 27’ê Adara 2020’an de koça dawî kir.
Ji Rojnewsê hatiye girtin