Lêxistin paşê gotin 'Pardon'
Yek ji rêveberên navenda giştî ya Komeleya Rojava Abdulbesir Yapici duh dema ji Payîzava bi erebeyê diçû Geverê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Bi saetan lêdan, pozê wî şikandin, li gelek cihên laşê wî ji lêdanê werimî. Yapici got ku polîsan ji aliyê paşve destên wî kelepçe kirin heta ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Gurpinarê li wî dane, di rê de ew tehdîd kirine. Paşê li Emniyetê ew gelek dane sekinandin û dûre jêre gotine: "Bibore, şaşiyek çêbûye" û ew berdane.
Elektrîkê Bajarokê birîn
Li bajaroka Deşta Darê ya girêdayî Hezexa Şirnexê ev 10 roj in DEDAŞ'ê (Şîrketa Belavkirina Elektrîkê) elektrîkê wan biriye. Deşta Dara ku 5 hezar nifûsa wê bê elektrîk gelek tengasî dikişînin lê rayedar bêdeng in. Îmamê bajarokê Mehmet Emîn Çevîk gotiye ligel ku wan serî li hemû rayedaran daye jî tu bersiv negirtine.
Mêweyan bê pere belav dikin
Li gundê Norkox a girêdayî Payîzawa (Gurpinar) ya Wanê di "Komunên serayê" de mêwe û sebze hatine çinîn û niha wan mêwe û sebzeyan bê pere li kesên pêdivaya wan pê heye belav dikin.
Yek ji avakarên serayê Nadir Akbulut wisa gotiye: "Me gelek kes da lê bi encamê em kêfxweş bûn. 20 roj berê me gotibû kesên pêdiviya wan pê heye bila bên bibin. Tiştên li vir gihîştine em li malbatên pêdiviya wan pê heye belav dikin.
Ji DÎHA'yê hatine girtin