Enqere
Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisa Tirkiyeyê li ser kuştina 34 gundiyên Roboskiyê rapor amade kiribû. Mebûsê BDP'ê Ertugrul Kurkçu ku yek ji endamên komîsyonê bû rapor qebûl nekiribû. Ji bo bi dengan qebûlkirin an redkirina Rapora Komîsyonê roja 27'ê mehê rapor anîn rojeva Meclisa Tirkiyeyê.
Komîsyonê di raporê de gotibû "bi qestî kuştin nîn e", "em nikarin sûcdarî/an diyar bikin" û gelek tiştên wisa têde nivîsî bûn ku qet berpirsek dernediket holê.
BDP û CHP'ê li hemberî raporê muxalefet kir. Mebûsê BDP'ê Ertugrul Kurkçu li ser raporê axivî û got: "Tu sedem tuneye ku em ji Serfermandariya Giştî nekevin şikê. Bi zanîn û zanebûn ji bo mirovan bikujin ew dane ber bombekirinê. Divê hesabê vê bidin. Ger hikumet jî ne parçeyeke vê pêvajoyê be divê van derxe pêşberî dadgehê. Tiştê hatiye kirin divê ji bo vê 34 caran cezaya muebbetê bê xwestin. Hikumetê ku wan dernaxe pêşberî dadgehê, wan diparêze. Bi ya min ne mimkûn e Serokwezîr ji vê tevgerê haydar nekiribin. Divê bibêjin 'Me zarokên we kuştin, em lêborînê dixwazin'."
Piraniya mebûsên BDP'ê beşdarî dengdanê bûn. Digel dengên muxalefetê jî, bi dengên mebûsên AKP'ê rapora komîsyonê hat qebûlkirin. Bi vî awayî bûyer bêyî zelal bibe ket nav belgeyên meclisê.
Wekî agahî: Di 28.12.2011'an de li herêma Roboskiya Qilabana Şirnexê balafirên şer ên Tirkiyeyê bombe bi ser gundiyên ku diçûn karê qaçaxiyê û dihatin. Di bombekirinê de 34 ciwanên kurd hatin kuştin. Li ser vê yekê li meclisê komîsyonek hat avakirin ku piraniya endamên wê ji AKP'ê, CHP û MHP'ê bûn. Ji BDP'ê jî Ertugrul Kurkçu endam bû. Serokê Komîsyonê Mebûsê AKP'ê yê Sakaryayê Ayhan Sefer Ustun bû. Digel şerha Kurkçu jî rapor şandin meclisê.