Diyarname
Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGC) û Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) bi daxuyaniyên cihê girtina Azadiya Welat şermezar kirin.
TGC'ê di daxuyaniya xwe ya ji bo girtina Azadiya Welat weşand de girtina rojnameyê wekî dijberê azadiya çapemenî û azadiya ramanê nirxand û biryara girtinê rexne kir. TGC'ê wisa got: "Li welatekî demokratîk berhevkirin û girtina Azadiya Welat ne mimkûn e bê qebûlkirin. Em vê biryara ku ne li gor demokrasiya pêşketî ye rexne dikin."
Her wiha TGC'ê ji meclisa nû xwest ku di warê azadiya çapemeniyê de gavên berbiçav bavêje.
TGS'ê jî girtina Azadiya Welat şermezar kir û wisa got: "Girtina AZadiya Welat a ji bo 15 rojan em wekî li hemberî azadiya çapemenî û ramanê îhlaleke dibînin. Di demokrasiyan de girtina weşanan deyne aliyekê, divê pirdengî û çapemeniya ku azadiya ramanê tîne ziman zêdetir bibe."
TGS'ê got ku girtina Azadiya Welat îhlala xala 10'an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye û xwest biryara girtinê ji nû ve bê nirxandin û ev biryar bê betalkirin.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Midûrê Azadiya Welat: Rûpela nû ya Erdogan girtina rojnameya bi kurdî ye
- 15 roj cezaya girtinê dan Azadiya Welat