Diyarname
Li ser navê DYA'yê Nûnerê Taybet yê Sûriyeyê James Jeffery got ku beşdariya Rêveberiya Xweser a ji bo nîqaşên çêkirina Zagona Bingehîn tê nîqaşkirin.
24'ê vê mehê li Cenevreyê dê civîna Komîteya Zagona Bingehîn a Sûriyeyê dest pê bike. Jeffrey ji bo çapemeniyê got ku Ji bo vê yekê ewê jî here wir û ev yek lê zêde kir: "Di bin rêveberiya Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Geir Pedersen civîn dê li dar bikeve. Ji muxalefeta Sûriyeyê 50, ji nûnerên rejima Sûriyeyê jî dê 50 kes amade bin. Dîsa 50 kesên serbixwe ku wekî ji saziyên sivîl ên Sûriyeyê tên qebûlkirin jî dê amade bin."
Li gor nûçeya Deger Akal a di DW Tirkî de, li ser pirsa dê nûnerên Rêveberiya Xweser a Rojava-Bakurê Sûriyeyê jî beşdar bibin yan na Jeffrey wisa gotiye: "Yên beşdarî civîna Komîteya Zagona Bingehên A Sûriyeyê dibin ji temamê welat têne hilbijartin. Beşdarî ne li ser rêxistinan e. Nûneriya yên li Bakurrojhilatê Sûriyeyê dijîn dem bi dem hatiye rojevê. Tiştê ez ji bo we bêjim ev e, niha ligel muxalifên din, ligel nûnerên siyasî û hikumeta Bakurrojhilatê Sûriyeyê ev yek tê nîqaşkirin."
Kompaniya neftê ya DYA'yê "Delta Crescent Energy LLC" ligel HSD'ê peymana li ser neftê îmze kiribû û Tirkiye dijî vê derketibû, wekî "fînansekirina terorê" bi nav kiribû. Li ser vê jî Jeffrey wisa gotiye, "Ev Ev rewşek taybet e, armanc ew e ku zora li ser Esad bê xurtkirin, ji ber vê yekê kompaniya DYA'yî ji ambargoya li ser Esad cuda hatiye girtin. Ji me ev yek hat xwestin. Biryara me ew e ev yek ne pirsgirêk e. Ji ber ku tu fêdeya Esadî di vê peymanê de nîn e. Ev operasyoneke taybet e. Ev herêmên petrolê di destê DAIŞ'ê de bûn, piştî ku Rêveberiya Xweser ew ji destên wan derxistin wan dixebitîne. Van deran ji bo operasyona li dijî DAIŞ'ê bikar tîne. Ji bo erebeyên xwe yên di operasyonan de jî nefta vir bikar tîne,hem jî ji bo aboriya wan çavkaniyeke girîng e... Em û endamên din ên koalîsyonê ji bo îstîkrar û fona wan, ji bo piştgiriya aboriya wan, hem jî ji bo sazkirina Îstîkrarê... Heta ku têkoşîna dijî DAIŞ'ê bidome tiştek normal e em bixwazin ku aboriya wê demê baş be."
Li aliyê din Jeffrey bibar xistiye ku HSD yek ji endamên koalîsyona ku dijî DAIŞ'ê şer dike ye û gotiye ku ji sala 2015'an de ew perwerdehiye didin wan.