Diyarname
Kovara Tîrojê di vê hejmarê de li ser reforma axê û erdên bi mayîn dosyayeke amade kiriye.
Li Tirkiyeyê nîqaşa derxistina mayînên li ser sînor gelek hate nîqaşkirin. Derxistina mayînan, bikaranîna wê erdê û li ser vê yekê jî reforma axê hate nîqaşkirin. Kovara Tîrojê jî di vê hejmara xwe ya nû de (hejmara tîrmeh-gelawêj) ev mijar girtiye dest.
Di dosyayê de A. Cihan Soylu, Prof. Dr. Tayfun Ozkaya, Dr. Gökhan Günaydin, Bülent Falakoglu, Hasip Kaplan nivîs nivîsandine û dîtinên xwe anîne ziman.
Di kovarê de nivîs, çîrok, helbest, danasîn cih digirin.
Ji nivîsên kurdî Îrfan Amîda li ser pirkûka helbestan a Lal Laleş "Deqên Qesas" û helbesta Laleş nivîseke nirxandinî nivîsandiye, Bawer Ronî jî bi navê "Porê Xezalê" çîrokeke balkêş pêşkêş kiriye.
Ji nivîsên tirkî Sahabettin Kayhan li ser "Di sedsala 17'an de li Amedê Jin" nivîseke balkêş nivîsandiye. Serhad B. Rênas li ser di serdema dawî de muzîka kurdî nivîsa xwe pêşkêş kiriye, nivîskar û wênekêş Enver Ozkahraman jî li ser Culemêrgê nivîseke xweş û wêneyên xweşik pêşkêş kiriye.
Yusuf Karadaş, Ehmed Ronîar, Şeyhmus Diken, Arjen Arî, Vahap Coşkun, Mehmet Bayrak, Lal Laleş, Dogan Durgun, Cuma Boynukara, Huseyin Deniz, Yaqob Tilermenî, Fevzi Gumuş, Lokman Polat, Receb Dildar, Vedat Çetin, Ferit Edgu, Kemal İnal, Bargiran Şanaz, Reyhan Sarhan, Berken Bereh, Yusuf Dere û Stêrka Sîpan bi nivîs û helbestên xwe di kovarê de cih girtiye.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.