Diyarname
Koma HDP'ê piştî hilbijartinê yekemîn car li hev civiya û ji bo Serokatiya Meclisa Tirkiyeyê berendamê xwe diyar kir. Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş got ku berendamê wan Dengîr Mîr Mehmet Firat e û ji bo vê di rojên pêş me de serîlêdanên divê dê bêne kirin.
Koma HDP'ê li navenda giştî li hev civaya. Di civînê de li ser sondxwarina mebûsan ku sibê dê li dar bikeve hat axivîn, her wiha li ser Serokatiya Meclisa Tirkiyeyê, Wekîlên Serokê Meclisê jî hat sekinîn. Di serdema borî de 2 wekîlên serok di destê HDP'ê de bûn, di vê serdemê de dê hejmara wekîlên serokên ên HDP'yî derkeve 3'yan. Ji bo serokatiya meclisê navên Firat, Mithat Sancar û Celal Dogan derbas dibû. Demîrtaş piştî civînê ji bo çapemenî got ku berendamê wan Firat e.
Her wiha Demîrtaş ji bo MHP'ê got ku divê hay ji gotin^ne xwe hebin, hejmara mebûsên me wekî hev e, bila vê bizanibin û biaxivin.
Ji bo koalîsyonê jî Demîrtaş got ku ew ne gelek hişk in lê bila kes ne li bendê be ku emê rêgezên xwe sist bikin.
Firat: Emê sedî 20 bigirin
Di vê navberê de Dengîr Mîr Mehmet Firat piştî li meclisê qeyda xwe kir bersiva pirsên rojnamegeran da. Firat li ser pirsa hilbijartineke pêşwext ku tê qalkirin got ku tu tirsa wan tune ye, ew bi sedî 13 hatine, di hiltineke wisa de emê bi sedî 20'î vegerin.