Cemil OGUZ
Di nav çîrok û helbesta kurdî de yek ji kesên ku ji xwe re cihek taybet vekiriye jî nivîskar M.Çiya Mazî ye. Di dawiya 94’an û destpêka 95’an de nivîsên wî hatine weşandin û niha 25 saliya nivîskariya wî ye. Hem ji ber berhemên hêja pêşkêşî wêjeya kurdî kiriye, hem kedek mezin daye kurdî û helbet ji bo 25 saliya nivîskariyê jî em vê mehê wî dikin mêvanê Portreya Mehê. Kerem bikin…
Li Kufragê tê dinê
M.Çiya Mazî di sala 1960’an de li gundê Kufragê ya Şemrexa Mêrdînê hatiye dinê. Piştî temamkirina xwendinên xwe yên dibistana seretayî, navîn, lîse û zanîngehê (Beşa Îktîsadê) dest bi kar kiriye û tam bi temamî 25 salan di Şaredariya Şemrexê û Îdareya Herêmî ya bajarè Mêrdînê (Ozel Îdare) de kar kiriye û malnişîn bûye.
Salên destpêka nivîsa bi kurdî
Çiya Mazî helbet wekî hemû zarokên kurd dema hatiye dinê tenê bi kurdî zaniye lê axaftina bi kurdî, ne nivîsandin. Helbet wî dê çi bizaniya piştî demek dê dest bi nivîsandina bi kurdî bike, pirtûkan binivîse, xelatan bigire… Ew wisa qala serdema nivîsandina xwe ya bi kurdî bo me dike: “Di salên 1990î de, dema saziyên kurdan bi xwe nû ava dibûn de ku wekî partiya HEP’ê nû ava bûbû, dema rojnameyek xwerû kurdî bi navê Welat nû dest bi weşanê kiribû, Enstîtuya Kurdî û Navenda Çanda Mezopotamya nû hatibûn damezrandin. Wê dema gellek kes ji ber ku bibûna endamê sendîkayan, bibûna endamên komeleyên pêşverû û mafê mirovan, yên ku xebat ji rojnameyên kurdî û kurdewarî dikirin, yên ku navê zimanê kurdî û kurdan bi kar dianîn bi awayekî faîl ne diyar dihatin kuştin, min jî û tevlî ku karmendê dewletê bûm li Mêrdînê, dest bi nivîsandina kurdî kiriye, di paş dîwaran de, bi dizî, veşarî. Ez dibêjim 'min kiriye', ji ber ku wekî xewnekê ye niha, ciwanên ew dem nedîtine bawer nekin mafdar in, lewre ez bi xwe jî ji dêleva wê demê ditirsim û şaş û metal dimînim. Heta sala ku pirtûka min a yekemîn (2003) hat weşandin jî, haya gelek kesên derdor û nêzî min jê tune bû.”
Di Diyarnameyê de jî nivîsî
Li gor qeydan ji sala 93’yan ve bi kurdî dinivîse lê ji bo sala weşandina nivîsek wî wekî çapkirî diyar dike ku niha tam nayê bîra wî lê dibêje, “Ez ne şaş bim meha dawî ya 94’an an jî destpêka 95’an bû nivîsa min hat weşandin.” Bi vî awayî serdema ku bûye bingeha nivîskariyê bo me tîne ziman. Ji wê salê de ji rojnameya Welatê Me, Azadiya Welat, Ozgur Polîtîka bigire heta kovarên wekî Jiyana Rewşen, Tîroj û gelekên din, her nivîsên wî hatin weşandin. Ji bilî van di malperên wekî Rewanbêj, Xendan û Pûkmedîa de nivîsên wî derketine. Çiya Mazî demek dirêj wekî qunciknivîskar ked da Diyarnameyê jî û nivîsên wî li wir jî hatin weşandin.
Xelatên wî
Ber bi dawiya salên 90’î ve Kovara Jiyana Rewşen pêşbaziya çîrokan dide dest pê kirin û rastî eleqeyê tê. Di van pêşbaziyan de yek ji wan kesên ku bi ser dikeve jî Çiya Mazî ye. Mazî bi çîroka xwe bi ser dikeve û xelata xwe jî ji destê kedkarê zimanê kurdî Feqî Huseyîn Sagniç digire. Ew li aliyek karmendiya xwe didomîne û li aliyê din jî xebata xwe ya nivîsandin û berhevkariya kurdî didomîne. Û dema sal bi ser 2000’î de dikevin wekî gelek nivîskarên Bakur yekem pirtûka wî jî derdikeve: “Mistek Jiyan, 2003, Çîrok”.
Encama berhevkarî: Ferhenga Gotinên Pêşiyan tê
Çiya Mazî yê ku çîrokên wî di rojname û kovaran de xwe nîşanî xwendevanan dane, vê carê bi pirtûkê hem dilê xwendevanan xweş kiriye, hem di nav nivîskariya kurdî de ji xwe re cihekî xurt vekiriye. Wan salan nivîsandina wî ya çîrok û helbestan didome lê ew qîmetê dide berhevkariyê jî û pêre vê xebata xwe jî didomîne. Li ser vê yekê jî van gotinan bo me tîne ziman: “Berhevkariya çand û zimanê kurdî/kurmancî bû, ya min kiriye. Berhevkariya zargotina kurdî bû. Qîmeta wê ev e: ev cure xebat an beşa folklorê, zimanê kurdî li ser hîmê wî dide rûniştandin, saxlem dike, ji sûnîbûnê dûr dixe, civakê bi dahatûya wê, bi demên çûyî ve girê dide, alîkariyê dike ku jiyana gel û neteweyan a dîrokî bi demên pêş ve girê dide û afrîneriyek modern li ser vî esasî saz dike. Ev jî dibe dilxweşî, zanîn û xwenasîna mirovên hemdem ên gel û neteweyê.” Encama vê berhevkariyê di sala 2005’an de xwe nîşan dide û pirtûka wî ya “Ferhenga Gotinên Pêşiyan” wê salê di nav xebata zimanê kurdî, pirtûkxane û arşîva kurdî de cihê xwe digire.
‘Beyî helbestê çîrok ji bo min nîvî ye’
Di nav pirtûkên wî yên heta niha hatine weşandin de herî zêde pirtûkên çîrokan hene. Wî heta niha tam 5 pirtûkên çîrokan weşandine. Helbet ligel çîrokan ew helbestan jî diweşîne. Em dixwazin ew li ser van beşan tiştinan bo me bibêje, ew dest pê dike: “têkiliya çîrok û helbesta min: Bêyî helbestê, çîrok ji bo min wekî nêvî ye. Lê gelo min heq daye wan an jî tiştên di dil û mejiyê min de rijiyaye ser kaxezê? Gelek caran heyfê li hestên di dil û mejiyê min de ye tînim ku bi dilê min neketine an jî nikarîbûne têkevin ser kaxezê û bên ziman. Ji xwe huner jî ew e ku mirov tam hestên di dil de bi lêv bike. Zor e jî ji xwe. Yan jî mirov karibe hest û ramanên kesên din, giyanewerên din hîs bike û birijîne ser kaxezê. Yan jî mirov hîsê ji tiştên ne giyanewer re bi hunerî biafirîne. Mirov dîmenên civakî, kesî û xwezayî bibîne û binivîsîne ew pir girîng in. Dîtin pir pir girîng e ji bo wêjevanekî. Tişt û bûyerên ku min dîtine û zanim ku hinek kes nabînin, hinekên ku dibînin û nikarin, nizanin nav lê bikin, nikarin bi wate bikin, nikarin dersê jê bistînin û yên ku bandor li min kirine, dixwazim û min xwestiye bikim çîrok an jî honak, da ku ew bûyer, ew tişt ew wate bi ber bê neçin û ramanên min û wêneyê qewimînan yên di wê derbarê de neqilî pêşerojê bibin, mayînde bimînin û bereya dîtinan fireh bikin. Her wiha ew nivîsa min ku wekî perçeyê ji bedena min dirûv digire, dê hestên min jî li dinyayê bihêle. Wisa jî li çîrok û helbestê dinêrim.”
Weşangeriya wî
Çiya Mazî ne tenê nivîsiye, di heman demê de van çend salên dawî xwe li weşangeriyê jî girtiye. Çend sal berê bi navê Berbang weşanxaneyek ava kir, hin pirtûk weşandin jî lê wisa diyar e ev beş her çiqas bidome jî ji xebatên wî yên din sistir ma. Ew dibêje: "Ji ber ku min giraniya xwe daniye ser nivîskarîyê û kêmasiya aborî jî bandor kiriye ku weşangerîya wî bi şûnde maye."
Ji bilî van xebatan Çiya Mazî demek di Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de li ser berhevkarî û folklora kurdî ders jî dan û xwendevan gihandin; her wiha di panel û gotûbêjan de jî qala berhevkariya kurdî kir. Midûr: Ev çi ne? Ew jî wekî gelek nivîskarên kurd di dema zehmet re derbis dibe. Kompîtur tune binivîse. Bi daktîloya li cihê kar nivîsên xwe lê dike û ev jî karek zehmet e. Dê kes bibîne, gilî bike? Ev zehmetiyên cihê kar di heman demê de balkêş in jî. Em dixwazin hinek qal bike, ew dibêje, “Min Azadiya Welat dixist bêrîka çakêt a hundur û diçûm kar, wekî ku min nivîs û navê xwe ji hevalên sendikayê jî vedişartin. Min gelek carî nivîsên xwe bi textîloya kar lêdikirin û li wir vedişartin. Serpêhatiya herî balkêş jî dema min xelata çîrok girtibû qewimî di sala 1999’an de. Piştî ku min ji destê mamosteyê nemir Feqî Huseyin girt, ez çûm nivîsgeha kovara Rewşenê û min xelatên ku dabûn min, wekî pirtûk, plak û hwd hilgirtin, aboneya salekê ya Jiyana Rewşenê jî diyarî bû. Min ji berpirsiyaran re got kovaran bişînin navnişana cihê kar (ji ber ku ya mal nedibû). Lê min temiyên zexm kirin ku baş ambalaj bikin û li ser zerfê jî navê min ê nasnameyê binivîsînin ango bila ne Çiya Mazî be. Piştî ku ez vegeriyam bi 15 rojan li kar, min dît ku Mudur bangî min dike. Ez çûm odeya wî. Ez çi bibînim; kovara Jiyana Rewşen bi berga xwe ya kurdewar li ser maseya wî ye. Navê li ser zerfê rê min da, hem Çiya Mazî hem navê min ê nasnameyê Musa Demirel bi hev re nivîsandine û logoya NÇM jî li ser. Ango nehiştine ba di ber re here. Got, “Ev çi ye brêz… ?” Mudurê me ji Çorumê bû, di asta cîgirê walî de bû, yekî gelekî xwe diparast ji bûyerên civakî. Ez çi bibêjim, min fam kiriye ji xwe. Tiştekî bikim jî tune bû. Karîbû bi awayekî gilî bikira û ez ji kar bihatama avêtin. Pir hêsan bû jî. Min got ev reklam in û wan nas jî nakim. Tiştê pêşî hatibû bîra min ev bû. Lê wî got, ev bi çi zimanî ye û Çiya Mazî çi ye? Ne got, kî ye. Got, çi ye. Ev bû firset ji min re ku nizane ew navê min e û nivîs bi wî navî di wê kovarê de heye. Min pê re got ew navê navçeya me ye, bi texmînî navan hildibijêrin û dişînin, ew nivis jî bi kurdî ne, li Stenbolê tiştên wisa bi kurdî pir in. Min got gelo çima zerf vekiriye? Got ew zerf vekirî hatiye. Belkî wî jî vekiribû, lê min pir zêde nekir… Bawer bike destê wî tevlî kovarê diricifî. Got, ez karim aniha te gilî bikim, tu zanî? Min got, min tu sûc nekiriye lê tu zanî, tu çi dikî bike û hew peyîvîm. Hinekî fikirî got: Ji bo Xwedê bila careke din neyê vê derê ev tiştana. Min got temam û min rahişt kovaran derketim wekî ku ez dê wan biavêjim. Tu gilî milî jî nekiribû.” Encam: Pêvajoya nivîskariyê didome Di dawiyê de tiştê ku bê gotin: 25 sal, kedek mezin ji bo çîrok, helbest û berhevkariya kurdî, ji çarîkek sed salî zêdetir e keda ji bo zimanê kurdî… Çiya Mazî ku niha li Stenbolê dijî xebata xwe ya nivîsandinê didomîne û dê her bidomîne jî.

BERHEMÊN WÎ YÊN HATINE ÇAPKIRIN:
Kurteçîrok:
- Mistek Jiyan, 2003
- Mijarên Mîqro, 2009
- Bahol, 2011
- Peyarêk, 2013
- Tebatî, 2019
Helbest:
- Palûte, 2008
- Baranên Çilesrî, 2017
- Bayê Zewêdiyar, 2019
Werger:
- Ahûzîn (pirtûka Muslum Yucel), 2008
Lêkolîn / Gotar
- Ferhenga Gotinên Pêşiyan, 2005
- Baxek ji folklora kurdî-ji derdora Mêrdînê, 2014
- Ez çûm ku neçûm ku, 2015
M.Çiya Mazî di 25 salan de bi ser dehî re pirtûk nivîsandin û weşandin.


