Diyarname
Temel Kerimoglu ê ku Sinemaya Beyoglu ava kiribû, bi salan ew bi rê ve biribû, li wir bi hezaran fîlm nişan dabû mir.
Li Beyogluya Stenbola Tirkiyeyê bi navê "Beyoglu Sînemasi" saloneke sînemayê heye. Ev yek ji sînemayên Stenbolê ya tê zanîn e û hê jî kar dike. Avakarê vê sînemayê Temel Kerimoglu ye. Kerimoglu 35 salan ew sinema bi rê ve bir. Ev salon 1989'an de hate avakirin, lê di dema pandemî de kete nava zehmetiyê. ÎBB'ê (Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê) wekî ÎBB Mîras dest avêt sînemayê, nû kir û niha bê pere li wir fîlman nişan dide. Avakarê vê sînemayê Kerimoglu roja 22'yê mehê canê xwe ji dest da.
Siyadê (Komeleya Nivîskarên Sînemayê), Sinemaya Antratk bi ser hesabên xwe re agahiya mirina wî ragihand.


