Diyarname
Mîhrîcana Derbirîna Kurdî li Torinoya Îtalyayê bi beşdariya gelek nivîskar, helbestvan, şanoger, hunermendên kurd li dar dikeve. Bi mîhrîcanê dengê kurdî ji Îtalyayê dê bilind bibe.
Şaredariya Torîno, Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, Chalak Events jî di nav de bi piştgiriya gelek saziya li Torînoyê "Mîhrîcana Derbirîna Kurdî" li dar dikeve. Mîhrîcan roja 10'ê mehê bi axaftina destpêkê ku dê David Issamadden, Murat Çinar û Laura Schrader bikin dest pê bike. Mîhrîcan 13'yê mehê êvarê bi konserek dê bi dawî bibe.
Li gor bernameya mîhrîcanê 11'ê mehê Engin Sustam dê li ser "Hunera kurdî û sînemeya hevdem: Di navbera dijwarî û liberxwedanê de" (saet 15.00), şanoger Mîrza Metîn jî dê axaftine di bin sernavê "Dramatûrjiya Êgir" (saet 17.45) de pêşkêş bike. Roj bi pêşkêşkirina belgefîlmê derhêner Bulent Gunduz ê bi navê "Kurdistan Kurdistan" (Saet 21.00) bi dawî bibe. Piştî nîşandayîna belgefîlm dê ligel derhêner Gunduz gotûbêjek çêbibe.
12'yê mehê Ozlem Belçim Galip û Roberto Beneduce dê li ser "Jin di dîasporaya kurdî de" (Ssaet 10.00) dest pê bike. Heman rojê saet 17.45'an de Bextiyar Elî û Fatma Savci dê li ser "Jiyanên nivîsandî" biaxivin. Heman rojê saet 21'ê de jî Bextkiyar Elî dê qala "Hinara Dawî ya Dinyayê" bide.
Roja dawî ya mîhrîcanê sê çalakî hene. Pêşî Mîrza Metîn bi atolyeya "Lîstikên Kurdî yên Gelêrî" (saet 15.00) dê derkeve pêşberî beşdaran. Dûre saet 17.45'an de Fasta Savci û Tarik Azîz dê helbestên xwe bixwînin. Û hem roj, hem jî mîhrîcan bi konserê dê bi dawî bibe. Konsera ku saet 21'ê dê li dar bikeve de Ganî Mîrzo, Aştî Abdo û Yelda Ebbasî dê derkevin ser dikê û stranên xwe pêşkêş bikin.