Diyarname
Festîvala Fîlman a Stenbolê ya Navneteweyî îsal di navbera 10-21'ê avrêlê de li dar biketa lê ji ber vîrusa koronayê hat betalkirin.
Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê nexweşiya belavbûye wekî "COVID-19" bi nav kir bandorê li hemû tiştî dike û çalakiyan dike. Li Tirkiyeyê her roj festîvalek, çalakiyek din betal dibe. Niha Festîvala Stenbolê jî hat betalkirin. Festîvala ku ji aliyê ÎKSV'ê ve tê organîzekirin îsal dê 39'emîn car li dar biketa lê hat betal kirin. ÎKSV'ê li ser vê yekê daxuyaniyek weşand û eşkere kir ku wan festîval taloq kiriye û di nav salê de dê demek din li dar bixin. Amadekarên festîvalê gotin ku ew dê rojên pêş de diyar bikin ku kengê li dar bixin.
Di bin banê festîvalê de beşa "Koprude Buluşmalar" heye ku têde proje û fîlm têne pêşkêş kirin û yên bi ser dikevin têne xelatkirin. Festîvalê li ser vê jî eşkere kir ku ev beş betal nebûye lê bi ser înternetê re dê di navbera 14-17'ê avrêlê lidar bikeve.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Vaye afîşa Festîvala Stenbolê
- Xelatên Rûmetê yên Sînemayê eşkere bûn
- Hitchcoock bi 15 fîlmên xwe tê Stenbolê
******
Nûçeyên çalakiyên hatine betalkirin:
- Lawjeyê konserên Batman û Mêrdînê betal kirin
- Fîlmmor, Festîvala Kurtefîlman û çalakiyên din ên çandî yên hatine betalkirin
- Fûarey kitaban semedê vîrusê hamî betalkerdişî
- 'Çalakiyên Newrozê hatin betalkirin'
-