Diyarname
39'emîn Festîvala Fîlman a Stenbolê afîşa xwe ya ku îsal dê bikar bîne weşand. Afîş ji aliyê Cem Ozuduru ve hatiye sazkirin.
Festîval îsal dê di navbera 10-21'ê avrêlê de li dar bikeve. Her kêliya ku diçe festîval beşek yan tiştek eşkere dike, niha jî afîşa xwe eşkere kir. Derdora afîşê bi çivîkên derhêner Hitchcock hatiye xemilandin ku îsal beşek ji bo Hitchcock di festîvalê de heye. Piştî temaşekirina fîlmekî bi xewê ketiye û di afîşê de ligel çivîkan ev xewna ku hatiye dîtin hatiye teswîrkirin.
Dîzaynkarê afîşê Cem Ozuduru bi nivîskariya xêzeroman dest bi kariyera xwe kiriye, paşê senarîstî û derhêneriya fîlman jî kiriye. Niha jî wî afîş ji bo festîvalê çêkir û di nav kesên heta niha afîşên taybet ji bo festîvalê çêkirine de cih girt.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Xelatên Rûmetê yên Sînemayê eşkere bûn
- Hitchcoock bi 15 fîlmên xwe tê Stenbolê