Diyarname
Koma Lawje konserên xwe, Şanoya Bajêr a Amedê jî lîstikên xwe yên şanoyêbetal kirin.
Lewjeyê her du konser betal kirin
Koma Lawje piştî Amedê dê 13’yê mehê li Mêrdînê û 14’ê mehê li Batmanê konser bida lê ji ber vîrusa koronayê ji bo demek din konserên xwe betal kir.
Lawjeyê bi peyamek ev biryara xwe ragihand hezkiriyên xwe.
Lîstikên şanoyê betal kirin
Şanoya Bajêr a Amedê jî bernameya xwe ya çalakiyan a meha adarê ku têde lîstina çend lîstikan hebû betal kir. Şanoyê bi daxuyaniyek ev yek eşkere kir.
Ji ber vîrusa koronayê li Tirkiyeyê gelek çalakiyên çandî hatin betalkirin...