Diyarname
Ji Weşanên Berbangê yek jê helbest, yek çîrok du pirtûkên nû derketin. Her du jî ji aliyê nivîskar M.Çiya Mazî ve hatine nivîsandin.
Pirtûka çîrokan 'Tebatî'
Ji her du pirtûkên M.Çiya Mazî yek jê ya çîrokan e. Çiya Mazî herî dawî bi navê "Peyarêk" (2013) pirtûka xwe ya çîrokan weşandibû û niha bi yeka nû li pêş berî xwendevanan e. Pirtûka ku niha li ber dest e navê "Tebatî" lê kiriye ku ev jî bûye 5'emîn pirtûka wî ya çîrokan. Çiya Mazî ji bûyerên rastîn ên jiyanê sûde wergirtiye û çîrokên xwe rêstine. Û çîrokên di pirtûkê de hatine weşandin wekî rêzeçîrokan di pirtûkê de hatine bicîhkirin. Ji zarokatiya mirovekî heta mezinbûna wî, ji salên 70'yî heta salên piştî 2000'î, ji gund heta bi bajarê navîn û metrepolên mezin; bûyerên bi tabat û peroşiya jiyanî û bandora wan a li ser mirovan çêdikin, bi awayê rêz, bûne çîrok û derdikevin pêşberî mirov.
Pirtûka helbestan 'Bayê Zewêdiyar'
Pirtûka din a M.Çiya Mazî ku derketiye ya helbestan e. Wî navê "Bayê Zewêdiyan" lê kiriye. Berî vê di sala 2017'an de wî pirtûka xwe ya helbestan "Baranên Çilesrî" weşandibû. Ev bû sê pirtûkên helbestan ku ew dinivîse û diweşîne. Helbestên di vê pirtûkê de hesreta welêt, ya karesatên civaka kurd û bendemana serkeftinan dihewînin. Hest û tevna helbestên vê pirtûkê li ser felsefeya bê (ba) hatiye hûnandin. Nivîskar bi hisreta ba ye ku were û jiyanê biguherînen ye ku helbestên xwe bi vî awayî rêstine.
M.Çiya Mazî kî ye?
M.Çiya Mazî di sala 1960'î de li gundê Kufragê ya Şemrexa Mêrdînê hatiye dinê, 25 salan di Şaredariya Şemrexê û Îdareya Herêmî (Ozel Îdare) de kar kiriye û malnişîn bûye. Ji sala 1993'yan de bi kurdî dinivîse. Di rojnameyên wekî Azadiya Welat, O.Polîtîka, kovarên wekî Jiyana Rewşen, Tîroj û gelekên din e, di malperên wekî Diyarname, Rewanbêj, Xendan û Pûkmedîa de nivîsiye. Çiya Mazî bi çîrokên de di gelek pêşbaziyan xelat jî girtine.
Berhemên wî ev in:
Kurteçîrok:
- Mistek Jiyan, 2003
- Mijarên Mîqro, 2009
- Bahol, 2011
- Peyarêk, 2013
- Tebatî, 2019
Helbest:
- Palûte, 2008
- Baranên Çilesrî, 2017
- Bayê Zewêdiyar
Werger:
- Ahûzîn (pirtûka Muslum Yucel), 2008
Lêkolîn / Gotar
- Ferhenga Gotinên Pêşiyan, 2005
- Baxek ji folklora kurdî-ji derdora Mêrdînê, 2014
- Ez çûm ku neçûm ku, 2015
- Tebatî / M.Çiya Mazî / Weşanên Berbang / Çîrok / 2019
- Bayê Zewêdiyar / M.Çiya Mazî / Weşanên Berbang / Helbest / 2019