Diyarname
Derhênerê fîlmê "Suru" (Kerî) Zekî Okten ku şanenava xwe avêtibû bin gelek fîman îro jiyana xwe ji dest da.
Zekî Okten di nav sînemaya tirk de xwedî ciheke girîng bû. Okten ji ber nexweşiya reh û dil rakiribûn Nexweşxaneya Amerîkayê û dest bi dermankirina wî kiribûn. Lê Okten piştî operasyona dil jiyana xwe ji dest da.
Derhêner Zekî Okten di nav kurdan de bi fîlmên "Suru" (Kerî) ku senaryoya wî Yilmaz Guney nivîsandibû tê nasîn. "Kerî" li ser eşîreke kurdan, jiyana wan a li zozanan û li ser belavbûn û guherîna wê pergalê hatibû kişandin.
Okten hem bi "Suru" hem jî bi fîlmên xwe yên din li nav welat û qada navneteweyî gelek xelat girtibû.
***
Nûçeya li ser jiyana Zekî Okten: Derhênerê "Kerî" Zeki Okten rakirin nexweşxaneyê


