DYA
Ji bo Xelata Serketina di Hemû Jiyanê de ya Norman Mailer ku li DYA'yê xelateke girîng a wêjeyê ye nivîskar Orhan Pamuk guncan hat dîtin. Pamuk 19'ê vê mehê wê xelata xwe bigire.
Nivîskar Norman Mailer du caran xelata Politzer girtibû, di jiyana xwe de zêdeyî 40 pirtûkî nivîsandibû, di şerê Amerîka, Wîyetnam û Iraqê de jî bi fikrên xwe dewlet aciz kiribû. Mailer bi berhema xwe ‘The Armies of the Night’ (Artêşên Şevê) di sala 1968'an de Xelata Pirtûka Neteweyî ya Politzer, bi pirtûka xwe ‘The Executioner’s Song’ (Strana Celad) jî di sala 1978'an de Xelata Romanê ya Pulitzer girtibû. Mailer di 10'ê sermaweza 2007'an, di 84 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Li ser navê Mailer xelatek bi navê Xelata Norman Mailer a Serketina di Hemû Jiyanê de didin.
Îsal xwediyê Xelata Wêjeyê ya Nobelê Orhan Pamuk guncavî vê xelatê dîtine. Di 19'ê vê mehê de li New Yorkê dê merasimeke bê li dar xistin û Pamuk wê xelata xwe bigire.
Serokê Navenda Norman Mailler ûYekîtiya Nivîskaran Lawrence Schiller da zanîn ku îsal xelatê didin Pamuk.
Di şeva ku dê gelek wêjevan, nivîskar û weşanger beşdar bibin de digel Pamuk, weşangerê kovara Rolling Stones Jann Wenner jî di warê "Kovargeriyê de Xelata Serketina di Hemû Jiyanê de" wê bigire.