Xelîl Dalkiliç
Li Tirkiyê krîza siyasi her diçe kûrtir dibe. Li derekê bi pîneyê tê girtin, lê di dereke din de xwe dide der. Xwediyên rejîmê nikanin krîza xwe veşêrin. Di nava hefteya çûyî de siftê sewa rakirina destnedayîna parlamenterên HDP’î pêşnûmeya AKP’ê bi hevkariya AKP-CHP-MHP’ê ve hat qebûl kirin û pişt re jî krîza di nava AKP’ê de teqiya…
Rejîm ji ber ku xitimî ye û êdî ji pirsgirêkên civakî û rêveberîyê re nabe ti bersiv, hewl dide ku krîza xwe bi krîzên nû û bi taybetî jî bi êrîşbirina ser Kurdan re ji ber çavên raya giştî dûr bixe.
Xwediyên rejîmê Kurdan tim û tim bi rêvebirina şerê çekdarî tawanbar dikin û ji raya giştî ya cîhanî re jî wer didin nasandin ku qey Kurd xeynî şerê çekdarî siyasetê nizanin û nameşînin! Ji ber vê siyasetê heta demeke berê ji Kurdan re banga ’ji çiyê daketina deştê’ dihate kirin. Ên ku nizanin, wê bihesibandana qey ’li deştê’ ji bo Kurdan derfetên siyasetê heye. Lê dev ji siyasetê berdin, niha parlamenterên Kurd ên ku bi dengê 6 mîlyon hilbijêran hatine hilbijartin jî tê xwestin ku ji parlamentoyê bêne avêtin.
Ji xwe parlamentoya Tirkiyê tenê ji hêla partiya desthilatdar AKP’ê ve ji bo bihêzkirina destê Erdogan, bêdengkirina xelkê û opozîsyonê, derxistina yasayên ji bo kuştina Kurdan û hilweşandina bajarên Kurdan tê bikaranîn. Her sê partiyên rejîmê; AKP, CHP û MHP ji bo rakirina destnêdana parlamenterên HDP’î bi yek dengî biryar girtin. Gorî gotinê, di nava vê mehê de fezlekeyên HDP’iyan wê bê civata giştî ya parlamentoyê û pêşiya darizandina parlamenterên HDP’î dê wê vekirin.
Yanî rejîm ti rê û qadên xweîfadekirinê û siyasetê ji Kurdan re nahêle. Hewl dide û bi bîryar e ku him li çiyê û him li deştê jiyanê ji Kurdan re bike jehr. Ne tenê hilweşandina bajaran û kuştina bi sedan însanan; deriyê siyaseta legal ji Kurdan re digire. Ti siyasetmedarên Kurd li derve nemane, piranî hatine girtin û niha jî tê xwestin ku yên bi dengê xelkê ketine parlamentoyê jî bên bêdeng kirin.
Erdogan û hikûmeta AKP’ê polîtîkayên dijdemokrasî yên ku ev 93 sal e bi dehan caran hatine ceribandin, ji nû ve diceribînin. Wer xuya ye; ku dawiya wan jî dê mîna dawiya yên ku heta serdema AKP’ê heman polîtîkayan bi rê ve birine bibe. Nîşaneyên ku xwe didin der, vê rastiyê li rûyê wan dixe ku; riya ku ew tê re dimeşin ne ti rê ye, pûç e û xeynî êşê ti encamên wê nîne.
Ahmet Davutoglu yê ku li hember komkujiyên li Kurdistanê, bi awayekî bixwebawer digot “talîmat min daye” û arteş û asayîşa ku bi sedan însan şewitandin pîroz dikir, piştî serokwezîrtiyeke 21 mehî neçar maye dev ji erka xwe berde. Ti kes garantiyê nade ku dawiya Erdogan wê wer nebe!..
Eger ji bo derxistina HDP’ê ji parlamentoyê bê israr kirin, Kurd jî neçar nînin. HDP helbet wê ji bo parastina kursiyên xwe yên di parlamentoyê de têkoşîna xwe bide. Li gel vê yekê jî wekî ku Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş anî zimên, “Parlamento ne ji hêla partiyan ve, ji hêla xelkê tên avakirin. Eger xelk bixwaze wê ji yekî zêdetir parlamentoyan ava bike.” Yanî Kurd û hêzên demokrasiyê wê ji bo çareseriyê, ji bo aramiya li çiyê û deştê û rejîmeke demokratîk berxwedan û têkoşînê hên gurtir bikin...
Li gel van pêşketinan, Kurd êşên kulên xwe yên kevin bi êşên xwe yên îroyîn re dikin yek. Di 4ê Gulanê roja biryardayîna dewleta Tirk a ji bo Qirkirina Dersimê (1937-38) de qurbanî hatin bibîranîn. Di merasîmê de şîna jinên Dersimî tevlî şîna diya şehîdê berxwedana Cizîrê Mehmet Tunç, Esmerê bû. Mehmet Tunç jî mîna Seyîd Riza li hember zilma dewletê ‘çok dananî erdê!.’ Êdî êş, şîn û şahiya Kurdan bûye yek. Polîtîkayên ku gorî vê rastiyê pêşnekevin, neçarî binketinê ne...
07.05.2016, Yenî Ozgur Polîtîka