Diyarname
8'emîn Rojên Belgefîlmên Mafên Mirovan îsal di navbera 7-10'ê mehê de li Navenda Çanda Fransiz a Îzmîrê li dar dikeve.
Civaka Xebatên Ragihandinê ya Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Egeyê û Navenda Çanda Fransiz bi hevkariya TÎHV'ê (Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê) Rojên Belgefîlmên Mafên Mirovan li dar dixin. Ev xebat di 20'emîn sala TÎHV'ê de derketibû holê û paşê her dewam kir.
Di nav ê xebatê de ji bo balê bikişînin ser mafên mirovan ên li Tirkiyeyê û li dinyayê û di vî warî de baldariyê çêbikin belgefîlman pêşkêş dikin.
Mijara bingehîn a îsal di rewşa OHAL'ê (Rewşa Awarte) de li ser binpêkirinên mafên kesên bi KHK'yan (Biryarnameya di Hikmu Zagonê de) ji kar hatine avêtin e.
Belgefîlmên li ser Tahir Elçî, li ser şerê ku li Srî Lankayê 26 salan dom kir, li ser têkoşîna fûtbolê ku di nav şer û di bin siya çekan de didome, li ser jinên ji aliyê mêran ve têne kuştin û gelek belgefilmên li ser mafên imrovan hene. Dîsa belgefîlmê Amed Sporê, belgefîlmê 'Radyo Kobanî' jî têne nîşandayîn.
Piştî belgefîlman dê ligel derhêneran gotûbê jî li dar bikevin. îsal derhêner Devrim Tekinoglu, Meral Ozden Uç, Deniz Çankaya Salmanli, İmre Azem, Ali Ergul, Sinem Babul û Rabia Çetin dê piştî nîşandayîna belgefiîlmên xwe beşdarî gotûbêjan bibin.
Temaşekirina belgefîlman bê pere ye.
Vaye belgefîlmên îsal dê bêne nîşandayîn:
- OZGuRLEŞEN SEYİRCİ: EMEK SİNEMASI MUCADELESİ
- ANGEL OF NANJING / NANJING'İN MELEGİ
LUFER
- YEŞİL KIRMIZI: AMEDSPOR BELGESELİ
- AŞK BİTTİ / ACABOU O AMOR
- Bindokuzyüzdoksandört
- WATCHERS OF THE SKY/ GOKYUZUNU SEYREDENLER
- UÇYUZBİR
- RADIO KOBANÎ / RADYO KOBANÎ
- DONGU / CIRCLE
- BİR ŞEHRİN KHK'SI
- HAKİKATİN GUCU
DEMONS IN PARADISE / CENNETTEKİ İBLİSLER
- PUTIN IS BACK / PUTİN GERİ DONDU
- ALİ DEGİL ARİ KOMUTANIM / IT'S ARİ SIR, NOT ALİ
- ZAATARI DJINN / ZAATARI CİNİ
- İKİ YUZ YİRMİ SEKİZ
- UÇURUMUN KIYISINDA TÜRKİYE
- DERDO ANA VE CEVİZ AGACI
- WE COME AS FRIENDS / DOST OLARAK GELİYORUZ - THE BABUSHKAS OF CHERNOBYL / ÇERNOBİL'İN BABUŞKALARI
- STONY PATHS / TAŞLI YOLLAR
- KIRIK SAAT
- SUYUN OLUM TARİHİ