Diyarname
Di Kûpaya Zîraatê de ji bo Dora 3'yan îro li navneda TFF'ê ya li Rîvaya Stenbolê pişke hat kişandin. Reqîbên tîmên kurdan jî diyar bûn.
Di vê dorê de ji Lîga Super Gazîantep, Gençlerbîrlîgî, Goztepe, Kasimpaşa, Denîzlî hene, hemû tîpên Lîga 1'emîn û 2'yemîn ligel tîmên ku di Dora 2'yan de bi ser ketibûn hene. Bi giştî 92 tîm di nav Dora 3'yemîn de dê bi hev re têbikoşin. Maçên vê dorê rojên 24, 25 û 26'ê vê mehê têne lîstin. Tîmên bi ser bikevin derbasî dorek din dibin.
Çend tîmên bajarên kurdan wekî Amed, Diyarbekir, Agirî, Van BB jî di nav vê dorê de hene. Û reqîbên wan jî diyar bûn. Ji bo Diyarbekir reqîsek xurt Eskişehîr derket. Ji bo Amed Sporê Agirî derket. Vane ew tîm û reqîbên wan:
- Diyarbekir - Eskişehîr
- Manisa - Elaziz Belediye
- Şanliurfa - Anagold Erzincan
- Amed Spor - Agri 1970 Spor
- Hayat- Siir İl Ozel ÎDare
- Balikesir - Van BB
- Kirikhan - Gazîşehîr Gazîantep
- Mardin Buyukşehîr Başak Spor - Altay
- Edirne - Erzerom
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Di dora duyem de tîmên bi ser ketin
- Kûpaya Tirkiyeyê dest pê kir: Vane tîmên kurdan