Azad ZAL
Azadiya Welat dîsa hate girtin.
Rojnameya rojane ya ku bi tevahî bi kurdî ye ji aliyê 14'mîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve ji ber sedemên ku nabin sedem mehek hate girtin.
Ji ber ku Azadiya Welat rojnameya bi zimanê dayika min e û hatiye girtin ez vê biryarê ku qet ne li cih e şermezar dikim.
Ji ber ku Azadiya Welat rojnameya rojane ya ku nûçe û bûyerên li welatê min Kurdistanê û li dinyayê diqewimin ji min re dibêje û ez jê hîn dibim ez vê biryara nerast di cih de nabînim û dîsa şermezar dikim.
Ji ber ku Azadiya Welat rojnameya ku şîrove û nirxandinên siyasî, dîplomatîk, civakî û çandî yên giranbuha û bi zimanê şîrîn kurdî tê de têne weşandin û em ji van şîrove û nirxandinan mehrûm hiştine ez vê biryara hişmendiya faşîzan napejirînim û dîsa şermezar dikim.
Ji ber ku Azadiya Welat rojnameya ku helbest, kurteçîrok û serboriyên nivîskar û rojnamenûsên Kurdistanê tê de têne weşandin û em ji van bêpar tên hiştin ez vê biryara paşverû û dijberê kurd û kurdayetiyê dîsa şermezar dikim û sûcdar dikim.
Ji ber ku Azadiya Welat rojnameya ku rûpela zarokan tê de heye û zarok tê de di nava deryaya kurdî de avjeniyan dikin û bi vê biryara paşverû zarokên me kurdan ji vê avjeniya zimanî û çandî û yariyên dema zarokatiya kurdan bêpar hatine hiştin ez li ser navê zarokên xwe û li ser navê zarokatiya xwe; ez vê biryara asimîlekar û paşverû dîsa şermezar dikim û dîsa berpirsan sûcdar dikim.
Ji ber ku Azadiya Welat rojnameya min a ku ez wê dixwînim û ez tê de dinivisînim; a ku ez bi zimanê xwe xwe jê xwedî dikim û wê xwedî dikim hatiye girtin; ez vê biryara ku paşverû, astengbar û li dijî demokrasî û azadiyê napejirînim, şermezar dikim û berpirsên vê biryarê yên hiqûqî û yên siyasî sûcdar dikim.
Ez mafê xwe yê xwendina rojnameyê; mafê xwe yê nivîsandina rojnameyê; mafê xwe yê ragihandina kurdî dixwazim!
Ez kurd im, rojnameya xwe ya bi kurdî û bi rengê kurdewar dixwazim!
Ez kurd im Azadiya Welat û Welatê Azad dixwazim!
Ez kurd im Azadiya Welat(ê xwe) dixwazim!