Wêneyê Rojê: Rojnameger her rêyek dibînin
Diyarname
Dayikên Þemiyê her hefte roja þemiyê dixwazin herin ber Lîseya Galatasaray û çalakiya xwe li dar bixin lê ev çend hefte ne bi fermana Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê polîs pêþî li wan digirin û nahêlin ji ber ÎHD'yê (Komeleya Mafên Mirovan) wêdetir herin. Ev aliyek meseleyê ye, aliyê din jî ew e ku polîs serê pêþî rê li ber rojnamegeran digirin û nahêlin ew karê xwe bikin. Îro jî polîs ketin navbera wan û dayikan û nehiþtin rojnameger karê xwe bikin. Rojnamegeran jî di çalakiya îro de ji pencereya ÎHD'yê re dest bi kiþandina dîmenan kirin û ev wêne jî wêneyê wê kêliyê ye. Em wekî wêneyê rojê pêþkêþ dikin.
(wêne ji twittera Rifat Dogan hatiye girtin)