Amed
Midûrê Tenduristiyê yê Bajarê Amedê Dr. Namik Kemal Kubat got kesek ku dev ji cixareyê berde dê 8 hezar YTL bigire.
Kubat da zanîn ku cixare ji aliyê tenduristiya gel de dibe sedema encamên nebaş ên cidî û wiha berdewam kir: "Tirkiye di nav welatên Ewropayê de sêyemîn welat e ku herî zêde cixareyê bikar tîne, li temamê dinyayê jî 7'emîn e. Ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve 'Kampanyaya Devjêberde-Kar bike' da dest pê kirin. Ev kampanya dê di navbera 1-28'ê gulana 2008'an de li dar bikeve. Di vê çarçoveyê de divê kes 4 hefte cixareyê nekişîne. Kesên serî lêdane û gotine me dev ji cixareyê berda dê li ber çavê noterkaran pişke bê kişandin û kesek dê 8 hezar YTL bigire. Ew kesê navê wî/ê derê dê lê binêrin ku mercên kampanyayê anîn cih an na. Ger li gor kampanyayê tevgeriya be dê xelata xwe bigire."
Kesên bixwazin dikarin formên serîlêdanê ji Midûriyetên Tenduristiyê, Malên Tenduristiyê û Nexweşxaneyên Dewletê bigirin.
Û hin agahiyên li ser cixareyê:
- Li Tirkiyeyê 17 mîlyon kes cixareyê dikişînin.
- Her sal 100 hezar kes ji ber cixareyê ku bandorê li tiştên din dike dimirin.
- 'Kampanyaya Devjêberde-Kar bike' yekem car di sala 1986'an de li Finlandiyayê dest pê kiriye. Ji wê salê ve bi piştgiriya Rêxistina Tenduristiya Dinyayê û Enstîtuya Tenduristiyê ya Gel a Finlandiyayê li gelek welatan du salan carekê li dar dikeve.
- Li Tirkiyeyê yeke car di sala 1996'an de 'Kampanyaya Devjêberde-Kar bike' hatiye dest pê kirin.
- Di kampanyaya sala 2002'yan de bi giştî 98 hezar û 845 kesî dev ji cixareyê berdaye. Di sala 2004'an de 59 hezar 909 kesî û 2006'an de jî 107 hezar 767 kesî dev ji cixareyê berdaye.
- Li Tirkiyeyê par bi temamî 5 mîlyar û 375 mîlyon paket cixare hatin kişandin.
- Bi temamî 125 mîlyon û 900 mîlyon heb cixare hate çêkirin (dike 6 mîlyar û 295 mîlyon paket)
- Bi giştî 16 mîlyar û 500 mîlyon YTL pere ji vê cixareyê hate bi dest xistin. Ji vê 12 mîlyar û 100 mîlyon YTL wekî bac jê hate birîn.
- Bi gişti 19 mîlyar û 800 mîlyon heb cixare ji bo welatên derveyî Tirkiyeyê hatin firotin.
Hurriyet - Diyarname