DANA OMER / SILÊMANÎ / ROJNEWS
Serokê lîsteya Tevgera Goran ya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê yê îstifa kirî Dr. Yusif Mihemed axivî. Wî têkildarî hilbijartinên 12'ê Gulanê yên Parlamentoya Iraqê, bûyerên piştî 16'ê Kewçêra sala 2017'an, bandora referandûmê û metirsiyên êrîş û bombebaranên Artêşa Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê bersiva pirsên RojNewsê da.
'Wê giraniya aliyên siyasî derbikeve'
- Wê ev hilbijartin li Herêma Kurdistanê çi bide guhertin?
Wê di prosesa siyasî ya Herêma Kurdistanê de, heta astekê gelek guhertin pêk were. Bi taybet heya astekê li Bexda di nûnertiyên kurd de guhertin çêbibin. Wê giraniya aliyên siyasî derkeve holê. Wê rê xweş bike, ji bo ku di zûtirîn demê de hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê, serokatiya Herêma Kurdistanê û Encûmenên Parêzgehan pêk werin.
- Li gorî we, gelo ger di wan hilbijartinan de, PDK û YNK winda bike, wê şereke din ê navxweyî pêk neyê?
Li gorî min, niha derfet nîn e şerê navxweyî rû bide. Ji ber ku niha li Herêma Kurdistanê ne tenê prosesa siyasî xwedî rol e, belkî Iraq jî wekî dewlet rol heye. Ew hêzên siyasî jî ku li Herêma Kurdistanê hene û hêzên wan ên leşkerî hene, desthilatdariya wan a berê nemaye, heya ku quweta şerê navxweyî hebin.
'Wê rêjeya kursî û dengê PDK li wan herêman kêm bibin'
- Li gorî we, gelo wê piştî bûyerên 16'ê kewçêrê (cotmehê) li herêmên bi nakok (Madeya 140) dengên kurdan kêm bibin?
Pêkanîna referandûmê ya di wê dema şaş de û di 16'ê Cotmehê de radestkirina ji sedê 50 ya xaka Herêma Kurdistanê û êrîşên Iraqê û Heşdî Şebî bandoriyekî mezin li ser şêniya kurd a wan herêman kir. Bi bawerî wê dengê kurdan li wan herêman kêm bibin. Bi taybet kursî û dengên PDK'ê.
- Tevgara Goran çi kiriye ku ji bo dengê piraniya kurdan li wan herêman bi dest bixe?
Me ji bo wan herêmên bi nakok proje û hevpeymanekî pêşkêş kir. Em bi vî rengî hewl didin ku dengê kurdan kom bikin. Ji bo ku dengê kurdan belav nebe, daxwazê dikin ku dengdêrên ji PDK'ê û YNK'ê nerazîne deng bidin lîsteya me.
'Emê li Bexda kar ji bo nehiştina gendeliya li Herêmê bikin'
- Ew pirsgirêkên li Parlamentoya Herêma Kurdistanê hebû, cenabê we nekarî çareser bikin, hûnê li Parlamentoya Iraqê çawa hewldana çareseriyê bidin?
Dema ku em çûyîn Bexda, emê şerê mafên xelkê Kurdistanê bikin. Emê li Bexda kar ji bo mafên welatiyên Herêma Kurdistanê bikin. Wekî mînak, wekî dosyayekî gendeliyê, emê kar ji bo wê bikin ku li Bexda û Hewlêrê li dijî gendeliyê rawestin. Di encama wê de jî dahat ji bo welatiyan vedigere. Dîsan emê kar bikin, xelk ji dahatê sûd bigirin. Projeyên me yên li Bexda, wê projeyên niştîmanî bin. Emê li Bexda kar ji bo çespandina mafên li Herêma Kurdistanê bikin. Emê li hemberî gendeliya li Herêma Kurdistanê rawestin.
-Ew dosyayên ku wekî Serokê Parlamentoyê hatin li ber destê te, tuyê bikarî li Parlamentoya Iraqê li hemberî sitemkarî û gendeliya li Herêma Kurdistanê bi van dosyayan rawestî?
Hem bi wan ezmûnên xwe yên destûra Iraqê û hem jî daneyên di destê me de ne, li ser asta Iraqê, li gorî hemû ew dosyayên li ber destê me de ne, wê ji bo me rê xweş bikin, ji bo ku em bi wan zanyariyan şerê mafê xelkê bikin.
'Pêwîst e ji bo vekêşîna Artêşa Tirk ji Hewlêr û Iraqê bi israr bin'
-Yek ji pirsgirêkên niha heye û her wiha di dema ku hûn Serokê Parlamentoyê jî bûn, her hebû, bombebaran û êrîşên Artêşa Tirk ên li ser xaka Herêma Kurdistanê ye, hûnê çawa li ser vê mijarê kar bikin?
Pêwîst e dewleta Tirk rêzê li serweriya xaka Iraqê û Herêma Kurdistanê bigire û destdirêjiya li ser sînorên Herêma Kurdistanê rawestîne. Pêwîst e Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo rawestandina Artêşa Tirk bi israr bin. Li Parlamentoya Herêma Kurdistanê biryar heye ku Artêşa Tirk ji Herêma Kurdistanê vekişe. Li gorî min li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd bi awayê aştiyane çareser dibe. Hêvîdarim ji nû ve pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê dest pê bike.
'Lewaziya desthilata pêkanînê ye'
- Li Parlamentoya Herêma Kurdistanê û Iraqê biryar heye, ji bo derxistina baregehên artêşa Tirk ji Herêma Kurdistanê ji ber çi heya niha ev biryar neketiye meryetê?
Lewaziya desthilata pêkanînê ya Herêma Kurdistanê û Iraqê sedem bû, ew biryar neketin meryetê.
'Pêwîste em demildest bibîn xwedî gotarekî niştîmanî'
- Li Herêma Kurdistanê PDK ji ber hevkariya bi dewleta Tirk re tê sûcdarkirin, li gorî we piştî ku dewleta Tirk ji ber referandûmê gef li Herêma Kurdistanê xwar, ji ber çi careke din PDK hevkariya Tirkiyeyê dike?
Ez nikarim li şûna PDK'ê bersiva vê pirsê bidim. Lê li gorî min, êdî pêwîst dike dest ji vê yekê berdin. Bûyerên di dema referandûmê û piştî referandûmê ji bo me ev yek îspat kir ku ji derveyî kurdan tu kes dostê kurdan nîn e. Lewma pêwîst e kurd li her çar parçeyên Kurdistanê piştgiriya hev bikin û pişt bi hezên xwe rawestin, ne bi hêzên biyanî. Pêwîst e em demildest li hemberî metirsiyan bibin xwedî gotarekî niştîmanî. Li parçeyên Kurdistanê em piştgiriya hemû hêzên kurdistanî dikin. Eger li bakurê Kurdistanê dengê me hebûya me yê ji bo serokkomariya Komara Tirkiyeyê deng bidaya Selahedîn Demîrtaş.
'Divê bi rêya parlamentoyê re zextan zêde bikin'
- Eger hikumet nikare Artêşa Tirk ji Herêma Kurdistanê derbixe, aliyên ji derveyî hikumetê û welatiyên Herêma Kurdistanê divê çi bikin?
Pêwîst e bi rêya Parlamentoya Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Iraqê re zextan zêde bikin, ji bo ku destwerdana hêzên derve li Herêma Kurdistanê bi dawî bê.
'Referandûmê neyarên kurdan li hev nêzîk kirin'
- Li gorî we, gelo tu lihevkirin di navbera Tirkiye û Iraqê de nîn e ji bo derbaskirina sînorên Herêma Kurdistanê?
Li gorî min, referandûmê neyarên kurdan li hev nêzîk kirin. Îran, Iraq, Tirkiye û Sûriye li hev nêzîk kirin. Referandûmê ne tenê metirsî li ser başûrê Kurdistanê çêkir, belkî ji bo rojavayê Kurdistanê jî metirsî çêkir. Ji Xaneqînê heya Efrînê gelê kurd baca şaşiya pêkanîna referandûmê û dema wê ya şaş da. Lewma li gorî min bûyerên îro rû didin peywendî bi referandûmê ve heye.”