Diyarname
Lîga Super Toto ya Tirkiyeyê îro bi lîstina maçan bi dawî bû. Her sal her sê tîmên di rêzên herî jêr de cih digirin ji lîgê dikevin lîgek jêrtir. Îsal tîmên Bursa Spor, Erzurum Spor û Akhisar Sporê ji lîgê ketin.
Di nav 18 tîmên Lîga Super de Akhîsar Spor bi 27 pûanan di rêza dawî de, BB Erzurum Spor bi 35 pûanan di rêza 17'an û Bursa Spor jî bi 37 pûanan di rêza 16'an de cih girt. Her sê tîm ji lîgê ketin. Tîmek çarek hebû: Goztepe Spor. Goztepe Spor îro Ankaragucu têk bir û pûanên xwe derxistin 38'an û bi vê di lîgê de ma. Ger Gozteke têk biçûya yan wek hev bina ji dêvla Bursayê ew dê ji lîgê biketa.
Akhîsar yek ji wan tîman bû Kûpaya Tirkiyeyê girtibû, di UEFA'yê de jî lîstibû lê têk çû.
Bursa Spor jî piştî Galatasaray, Fenerbahçe, Beşîktaş û Trabzon Sporê tekane tîmek bû ku di Lîga Super de bûbû şampiyon. Belê tenê carek lê axir bûbû şampiyon û niha ji lîgê ket. Erzurum Spor jî par yekem car derketibû Lîga Super lê nekarî bimîne.
Xalek din jî ew e ku her sê tîm jî dijî tîmên bajarên kurdan bû ku di hin maçan de ev yek bi tevger û kirinan xwe nîşan dabûn.
Her sê tîm jî sala bê dê di lîgek jêrtir Lîga 1'emîn bilîzin.
Çend agahiyên din
Di Lîga Super de Galatasaray bi 69 pûanan bû şampiyon ku bi vê yekê bû 22 caran dibe şampiyon. Başakşehîr ku îsal demek dirêj yekemînê lîgê bû nekarî heta dawiya hefteyê vê yekê bibe û bi 67 pûanan di rêza duyemîn de cih girt.
Bi vê encamê GS sala bê dê raste rast here Lîga Şampiyonan û bilîze. Başahşehîr jî ji bo derbasî Lîga Şampiyonan bibe dê pêşlîstikvan bilîze.
Beşîktaş (BJK) bi 65 pûanan di rêza sêyemîn, Trabzon (TS) bi 63 pûanan di rêza 4'em û Yenî Malatya jî bi 47 pûanan di rêza 5'an de cih girt.
Bi vê encamê BJK sala bê raste rast dê di Lîga Ewropa de bilîze, TS û Yenî Malatya ji bo derbasî Lîga Ewropayê bibe dê pêşlîstikan bilîze.