Zekî Ozmen
Ferhengeke din bi zimanekî din li kurdî zêde bû: Enstîtuya Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistê ferhengeke nû ya bi almanî-kurdî / kurdî-almanî weşand.
Di ferhenga ku ji hêla mamosteyê zimanê kurdî Abdulkadir Ulumaskan ve hatiye nivîsandin de, nêzî 25 hezar peyv hene. Amedekarê berhemê Ulumaskan bi xwe jî li Almanyayê bi awayekî fermî mamostetiya zimanê kurdî dike.
Mezinbûna ferhengê bi awayekî pratîk ku bikeve di berîkan de hatiye amadekirin û kalîteyeke baş ya wekî standardên ferhengên navneteweyî ya berg û kaxezê hatiye bikaranîn.
Abdulkadir Ulumaskan li ser ferhengê diyar dike berhema wî keda heft salan e
û armanca wî ji ferhengeke akademîk zêdetir, amadekirina wê ya li gor pêdivî û bikaranîna rojane bûye. Ew, her wiha balê dikişîne ku digel gelek kurd li Almanya, Swîsre û Awustirya dijîn jî, ferhêngên almanî û kurdî kêm in û yên heyî jî bi zehmetî têne peydakirin. Wî, xwastiye vê kêmasiyê bi rêya vê xebata xwe dagire.
Ulumaskan sedemê rabûna xwe ya bi vî karî wisa tîne ziman: “Zêde ferheng tune ne. Yên hene jî di nava gel de pir kêm in û ji bo bikaranîna rojane jî, ne zêde hêsan in. Çend ferhengên ku hebûn jî, ji yek beşê pêk dihatin. Ango an almanî-kurdî an jî kurdî-almanî bûn. Lê beranberî vê ji bo zarok û ciwanên kurd yên ku demek dirêj e li derveyî welêt dijîn an jî li wir bûne, ji zimanê zikmakî bêtir zimanê biyanî (almanî) bûye resen. Ev jî pewîstiya ferhengên du beşî, yanê hem kurdî-almanî û hem jî almanî-kurdî bi xwe re tîne. Tevî vê jî ji bo kesên zimanê wan almanî ne û bi kurdî re têkil¬dar in jî, fehengên wiha hewce ne. Bi giştî ji ber wan armanc û hewcedariyan min pê¬wîstî bi amadekirina ferhengeke kurdî-almanî û almanî-kurdî dît û biryara vê xebatê da.”
Ulumaskan her wiha diyar dike ku ji bo ferhenya wî ya ji hêla Enstîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanist hatiye wişandin ve, alîkariyeke taybet ya Fevzî Ozmen ji bo bidawînanîna vê xebatê gihiştiye wî.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.