AMED
Nûnerê Polîtburo yê Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) Mele Bextiyar û heyeta pê re çû serdana Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr. Mele Bextiyar di axaftina xwe ya li vir de got, "Wekî YNK em bi heyecaneke mezin li benda wê rojê ne ku li Amedê bi merasîmekê Ocalan pêşwazî bikin."
Nûnerê Polîtburo yê Yekitî Niştimanî Kurdistan (YNK) Mele Bextiyar û heyeta pê re ku ji bo bîranîna yek ji damezrînerên Ocaxên Çandê yên Şoreşger ên Rojhilat (DDKO) Necmettîn Buyukkaya ku sala 1984ê di zindana Amedê ya Hejmar 5 de di encama îşkenceyên giran de jiyana xwe ji dest da, hate Amedê, hate serdana Şaredar Osman Baydemîr.
Rayedarê Polîtbûroya YNKê Mela Bextiyar, ligel Nûnerê YNKê yê Enqereyê Behrûz gelalî û endamên Polîtbûroyê ji aliyê Baydemîr, namzetên Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, Firat Anli, namzetê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk, Parlamenter Îdrîs Balûken, Nazmî Gur, Adil Zozanî û malbata Buyukkaya ve hatin pêşwazîkirin.
Baydemîr kêfxweşiya xwe bi pêşwazîkirina wan anî ziman û diyar kir ku rewşa kurdan îro ji duh baştir e û wê sibe ji îro baştir be. Baydemîr got, “Sedsala 21ê dê bibe sedsala kurdan.” Baydemîr, destnîşan kir ku azadiya kurdan dê aştiyê ji hemû gelên herêmê û Rojhilata Navîn re bîne û axaftina xwe weha domand, “Azadiya kurdan bi tifaq û xebatê mimkûn e.”
Baydemîr bi bîr xist ku bala hemû Rojhilata Navîn li ser Rojava ye û got, "Pêşketinên li wê derê kelecanê dide hemû kurdan." Baydemîr di axaftina xwe de destnîşan kir ku bi saya cangoriyên welêt ew gihîştine van rojan û Şêx Saîd, Seyit Riza, Mela Mustafa Barzanî, Mazlum Dogan, Necmettin Buyukkaya û Sakîne Cansiz bi bîr anîn û got, ew bejna xwe li ber bîranîna wan ditewîne.
Baydemîr ji Bextiyar re got ku hatina we ya vê derê ya bi boneya bîranîne Necmettîn Buyukkaya gelekî girîng e û daxwaza silametiyê li Celal Talabanî kir û got, “Xwezî Mam Celal jî saxlem bûya û ev pêvajoya aştiyê bi çavên xwe bidîta. Ji ber ku pêdiviya dîplomasiya kurdan bi ezmûn û zîrekiya wî heye.”
Nûnerê Polîtburo ya YNK'ê Mele Bextiyar jî di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya Amedê ya ji bo parçeyên din ên Kurdistanê û diyar kir li başûrê Kurdistanê bi rewşenbîrê xwe, bi şoreşgerê xwe, bi pêşmergeyê xwe navê Amedê di dilê wan de ye û got, “Ji ber vê ye ku gelek navê “Amed” li zarokên xwe dikin.”
'WE BAJAREKÎ NÛJEN AVA KIRINE'
Mela Bextiyar bi bîr xist ku berî 20 salan Amed wek bajarekî kavil bûye û got, “Niha piştî ku hûn û rayedarên we yên gel bi dilê xwe ew hilbijartine hatine ser karî, reng û rûyê bajêr guheriye û we bajarekî nû û nûjen ava kiriye.”
Bextiyar Şêx Ubeydullahê Nehrî ku sala 1880ê yekemîn serhildana Kurdistanê pêk anî bi bîr xist û aşkera kir ku wê demê di kombûnekê de rayedarên Tirk, Ereb û Eceman ji Nehrî re dibêjin, “Eger em desthilata vî welatî bidine destê we kurdan hûn nikarin mehekê jî bi rê ve bibin. Hûn ê bi hev bikevin.” Şêx Ubeydulah li hemberî gotinên wan gotiye, “Hela carekê hûn xwe ji ser axa me bikêşin, hûn ê bibînin ka em çawa hem xwe, hem we û hem jî dinyayê bi rê ve dibin.”
Mela Bextiyar got, “Heta ku em çaremîn xelkê mezin ê Rojhilata Navîn kurd mafên xwe bi dest nexin, çi huzûr û aramî nayê Rojhilata Navîn.”
Mela Bextiyar bal kişand ser destkeftiyên li başûrê Kurdistanê û da zanîn ku ew salane 11-12 milyar dolarî bazirganiyê ligel Tirkiyeyê dikin û got, êdî kurd dikarin xwe bi xwe li ser lingên xwe ragirin.
'EM LI BENDA ROJA PÊŞWAZÎKIRINA OCALAN LI AMEDÊ NE'
Nûnerê Polîtburo yê YNK'ê Mele Bextiyar destnîşan kir ku ew dixwazin li Tirkiyeyê aştî pêk were, ji ber hindê jî ew girîngiyê didine pêvajoya çareseriyê û got, “Ji bo ev pêvajo bimeşe û pêk were, divê misogeriya destûra bingehînî çê bibe. Li gel vê divê birêz Ocalan jî bigihêje azadiya xwe. Wek YNK em ê ji bo pêşwazîkirina şahiya Ocalan bi kêfxweşî bêne Amedê û hêviya min bi wê rojê ye.”
Mele Bextiyar bal kişand ser Konferansa Cenevre-2 jî û got, "Hemû dewletên mezin li Cenevreyê hatine cem hev lê belê nikarin pirsgirêkan çareser bikin. Berî 2 salan di kongreyekê de min ji rojnamevanan re gotibû, 'Eger Tirkiye pirsgirêka Kurd çareser neke wê nikaribe pirsgirêkên din çareser bike.'
Piştî hevdîtinê Baydemîr tebaqek ku sûrên Amedê lê kirine û pirtûka Eyşe Şanê diyarî Bextiyar kir.